Partiya Çep a Kesk bi malbatên jinên hatine qetilkirin re hat gel hev

  • 20:16 23 Nîsan 2023
  • Rojane
STENBOL-Namzetên Partiya Çep a Kesk Hakan Ozturk û KCDP bi malbatên jinên hatine qetilkirin re hatin cem hev.
 
Namzetê Partiya Çep a Kesk ê Stenbolê Hakan Ozturk û endamên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) bi malbatên jinên ku ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin re hevdîtinek kirin. Hevdîtin li Kadikoyê li cihekî pêk hat. Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîda Ataselîm û dayika Aysun Yildirim ya hat qetilkirin, Husniye Yildizim û bavê Helîn Palandoken, Nîhat tevli hevdîtinê bûn.
 
Nazmet Hakan Ozturk di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku divê têkoşîna jinan li meclîsê bê nîşandan û got ew hedef dikin ku nîqaşên giştî yê rêxistinên jinan rojane li meclîsê bên dîtin.
Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm jî anî ziman ku tifaqek dijminê jinê heye û got gelek girînge ku namzetên wekheviyê diparêzin di meclîsê de cih bigirin. 
 
Husniye Yildirim jî da zanîn ku ew doza keça xwe Aysun Yildirim ya 28’ê Sibata 2018’an de hatiye qetilkirin dimeşîne û got hem êşa zaroka xwe dijiya hem jî têkoşîna edeletê dida.
 
Nîhat Palandoken jî axivî û da zanîn ku bila gumana tu kesî tunebe wê Peymana Stenbolê şûnde bînin.