Peyama Şahiya Biharê zelal e: Em ê bi Partiya Çep a Kesk rejîmê bişînin

  • 19:35 23 Nîsan 2023
  • Rojane
STENBOL- Li Parka Yogurtçu Şahiya Biharê de bi hezaran kes hatin gel hev û di şahiyê de peyama wê desthilatdariya AKP-MHP’ê bişînin hat dayîn. Namzetan jî diyar kirin ku wê teqez biserkevin û têkoşîn ajinê rejîma yek mêrî bişîne.
 
Partiya Çep a Kesk a Stenbolê bi tevlibûna nametan û hevseroka giştî ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) li Parka Yogurtçu Şahiya Biharê pêk anî. Bi sedan kes tevli şahiyê bûn govend gerandin û dirûşma ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî berxwedana zindanan’, ‘bijî bijî Çep a Kesk’ berz kirin.
 
Namzetê Stenbolê Sirri Sureya Onder jî di şahiyê de axivî û diyar kir ku divê ev 3 hefte baş bê nirxandin û  got: “Tu hêzê îrada jinê tune nekir. Wan em anîn van rojan. Em ê serkeftina xwe bi govendan pîroz bikin. An serkeftin an serkeftin.”
 
Ji xebatkarên çapemeniya azad yên girtî re silav
 
Di şahiyê de balkişandin ser girtin û zextên li ser çapemeniya azad û hat diyar kirin ku divê rojnamegerên JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) demildest bên berdan û ji rojnamegerên girtî re silav hatin şandin.
 
Kezban Konukçu:Em ê welatekî bi ewle ava 
 
Namzeta Stenbolê Kezban Konukçu Kok jî wiha vegot: “Em bi berxwedana jinan hatin van rojan. Em bi berxwedanagelê Kurd hatin vir. Em bi biryara kedkaran hatin vir. Em ê biserkevin. Em bi vê bawer dikin. Em ê wê zîhniyeta yekparêz  têk bibin. Em ê serokên xwe ji hundir derxin. Em ê li dijî tarîtiyê serî netewînin.  Em ê teqez biserkevin. An serkeftin an serkeftin.
 
Piştre di şahiyê de nameyên hevserokên giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak yên li girtîgeha Hejmar Yek a Kandirayê girtîne hatin xwendin. Nameya Gultanê keça wê Evîn Kişanak xwend. Girseyê bê navber dirûşma ‘jin jiyana azadî’ berz kir. Piştre name hatin xwendin.
 
Namzetê Stenbolê Hakan Ozturk jî axivî û diyar kir ku wê di 14’ê Gulanê de vê desthilatdariyê biguherin.
 
Namzet Ozgul Sakî jî  da zanîn ku beriya hilbijartinê hatina gel hev gelek girînge û got têkoşîna li dijî patrîarkal li vê parqê mezin kirine. Ozgulê  got tu car dest ji têkoşînê bernedane, wê bernedin û wê bi serhildana xwe biguherinîn.
 
Şahî bi gerandina govendê bidawî bû.