Li Rotterdamê civîna hilbijartinê hat lidarxistin

  • 16:26 23 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê bi beşdariya Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê, civînek hat lidarxistin.
 
Bi boneya nêzbûna hilbijartinên li Tirkiye û Kurdistanê, li Ewropayê xebatên hilbijartinê didome. Li Navenda Çandê ya Rotterdamê bi tevlêbûna Parlamenterê berê yê HDP’ê Nîhat Akdogan civîna gel hat lidarxistin.
 
Di civînê de hat bibîrxistin ku welatiyên li Hollandayê dijîn û dixwazin dengê xwe bikarbînin, dikarin ji 29'ê Nîsanê heta 7'ê Gulanê biçin ser sindoqan.
 
Gelek beşdaran diyar kirin ku ev civîna agahdarkirinê ji bo wan gelek bi fêde bû.
 
Amadekarên civînê anî ziman ku civîn gihiştiye armanca xwe, bal kişandin ser girîngiya berdewamkirina civînên bi vî rengî.