Malbata Şenyaşar: Em têkoşîna xwe ya edaletê didomînin

  • 16:26 23 Nîsan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê di roja 762’yemîn de didomîne wiha got:"Em têkoşîna xwe ya edaletê di bin banê Partiya Çep a Kesk de li hemû navçeyên Rihayê didomînin."
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 762’an de berdewam dike.
 
Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye dayika Emîne Şenyaşar li mala xwe ya navçeya Pirsûsê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne. Ferît Şenyaşar jî ji bo xebatên hilbijartinê daket kolanan. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi hashtaga “Dê di tura ewil de xelas bibe (#ilkturdabitecek)” ev peyam parve kir: “Em têkoşîna xwe ya edaletê di bin banê Partiya Çep a Kesk de li hemû navçeyên Rihayê didomînin. Her cihê em diçinê eleqeyeke ji bendewariya me zêdetir heye. Em bi xwe bawer ber bi edaletê ve dimeşin.”