Partiya Çep a Kesk li Tekirdagi hevdîtina bi gel re kir

  • 15:16 23 Nîsan 2023
  • Rojane
 
TEKÎRDAG - Partiya Çep a Kesk bi çarçoveya kampanyaya hilbijartinê li Tekirdagi hevdîtina bi gel re kir.  
 
Partiya Çep a Kesk bi çarçoveya kampanyaya hilbijartinên 14'ê Gulanê li navçeya Kapakli ya Tekirdagê bi gel re hevdîtin kir. Belavokên li ser nivîsa "Deng ji bo Partiya Çep a Kesk" hatin belavkirin. Serdana komeleyan hat kirin. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Tekirdagê Muazzez Orhan, rêveberên bajêr û navçeyan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî serdanê bûn. Gel eleqeyek mezin nîşanî hevdîtinê da.