Hejmara 8'emîn a Kovara Jin derket

  • 14:02 23 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 8'emîn a Kovara Jin bi dosyaya “Polîtîkaya edaleta mêr bêceza ye” derket. Di hejmara nû de ser mirina bi guman a jinên koçber hat sekinandin.
 
Kovara Jin ku her hefte li ser înternetê derdikeve, bi hejmara 8’emîn bi xwendevanan re hat cem hev. Di vê hejmara ku bi sernavê “Polîtîkaya edaleta mêr bêceza ye” hat weşandin, Ezgî Sîla Demîr di nivîsa xwe ya bi sernavê “Şêweyên tundiya li dijî jinên penaber û koçber, îxlalkirina mafên jinên penaber, zêdebûna hejmara mirinên bi guman ên li Tirkiyeyê tên jiyîn” vegot
 
Li aliyê din Esma Kaya Ceylan, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji Pîpa heta Dînayê bêedaletî dewam dike" de, balê dikişîne ser ji bo jinên ji welatên biyanî ji ber sedemên tûrîzm, perwerdehî û şer, tên welat çiqas ewle ye. Oya Açan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Di 1’ê Gulanê de Jin” de balê dikişîne mûçeyên kêm, pirsgirêkên jiyanê, şert û mercên nemirovî yên kar û jiyanê herî zêde bandorê li ‘bindestê bindestan’ dike, lê belê dînamîzma tevgera jinan a cîhanê ya bênavber berdevam dike. 
 
Di kovarê de nîvîsên “Azadî û Siyaseta Demokratîk” a Şeyda Arslantaş, “Di hilbijartinê de jin çi bikin?” ya Yuksel Mutlu, “Hişyariya hesabpirsînê” ya Martha Laraba Sambe; Gotarên wî yên bi sernavê “30 sal 16 roj çalakî” cîh digirin.
 
Jimara 8'emîn a Kovara Jin ji malpera jindergi.com re dikare were dîtin.