Ji TAJÊ konferansa 'Bi Jin, Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve'

  • 13:25 23 Nîsan 2023
  • Rojane
 
ŞENGAL - TAJÊ’ê bi beşdarbûna 350 delegeyan li Şengalê konferansa “Bi Jin, Jiyan Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve” li dar xist.
 
Li Şengalê konferansa ‘Bi Jin, Jiyan Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatiye organîzekirin, bi beşdarbûna 350 delege û hejmarek zêde ya jinên Êzidî û Ereb dest pê kir.
 
Di destpêka konferansê de parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca bi dîmen beşdarî konferansê bû, beşdarvanan silav kir û kêfxweşiya xwe parve kir. Ji Elmanya Endama Rêxistina Femînîst Ronahî Elman jî peyamek da û kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna konferansê anî ser ziman û girîngiya hevgirtin û xwedîderketina jinan li tevahî cîhanê anî ser ziman.
 
Ji berdevka însiyatîfa Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Lubnanê Mihemiya Sosin Şaman jî, ji Lubnanê bi dîmen beşdarî konferansê bû û piştgiriya xwe ji bo têkoşîna azadiya jina Êzidî dubare kir.
 
Çalakvana civaka sivîl Bilur Elcerrah jî peyama xwe da û kêfxweşiya xwe ji bo dayîna derfetê ya beşdarbûna konferansê anî ser ziman û baweriya xwe ya ji bo serkeftina jinên Êzidî anî ser ziman.
 
Li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa Çîçek Yildiz jî peyama xwe da û silavên hemû Êzidiyên li Ewropa gihand beşdarvanên konferansê.
 
Li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê peyamek nivîskî hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin; “Fikrê Rêber Apo ji bo rastiya civakê, jin, ciwan, siyaset, çand, exlaq, aborî, perwerde û taybet jî ji bo parastina cewherî û her warî de bûye rênîşan û heqîqetek ku dev jê neyê berdan. Em wek hêza Şengalê ti demî vî fikrî nikarin ji nedîtî werin û xwe jê mehrûm bihêlin. Ji ber ku cihê ev fikrê Rêber Apo jê derketiye, em jî di vê erdnîgarî de dijîn. Bi taybetî ji ber ku ev fikrê Rêber Apo; civaka me, ol û baweriya me parastiye, ev fikra hîn zêdetir me eleqedar dike. Fikrê Rêber Apo ji bo parastina cewherî; dibe rênîşan, felsefe û feraseta me ya parastinê. YBŞ-YJŞ li ser vê naverok û bingehê hatiye damezrandin. Heya ku dijminê vê erdnîgariyê hebe mafê me yê parastina cewherî jî mafekî herî heq û mafdar e.”
 
Di dawiya peyama YJŞ’ê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin weke sûcekî mirovahiyê hate pênasekirin û wiha hat gotin: “Heta ku ev fikrê Serok Apo hebe û parazvanên vî fikrê azad hebe wê hemû civak, ol û bawerî bi awayekî azad bijîn.”
 
Hikumeta Iraqê nehêla bi dehan mêhvanên ji derveyî welat ku dixwestin tevlî konferansê bibin, derbasî Şengalê bibin. Yek ji wan Hevseroka Êzidiyên li Rusya Manama Pîr bû. Manama bi dîmen tevlî konferansê bû û kêfxweşiya xwe anî ser ziman. Manama nêzikatiya hikûmeta Iraqê şermezar kir û got ku wê pir dixwest îsal hem beşdarî Çarşema serê Salê û konferansê bibe. Manama bal kişand ser sekna jina Êzidî ya berxwedêr û got ku li kû derê bin bila bibin, jina Êzidî wê ji zilm û zorê re serî netewîne û ser bikeve. Manama destnîşan kir ku ew ê weke jin bi têkoşînê bi ser bikevin.
 
Mêvaneke din ku hatîbû astengkirin ji bo beşdarbûna konferansê Endama Yêkitiya Êzidiyên Suriyê Sûat Hiso bu. Sûat ku peyamek nivîskî şand ji konferansê re, kêfxweşiya xwe ji bo pêkanîna vê xebatê anî ser ziman. Di peyamê de wiha hate gotin: “Lidarxistina vê konferansê di qonaxek çarenivîs a gelek girîng de tê û hêviyên me mezin bûn ku em bi were beşdarî konferansê bibin û em hemî hêvîdar in ku em bi hev re plan û bernameyek ji bo xurtkirina xebata di xizmeta Êzdiyan de deynin. Lê nepejirandin, ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve nehiştina wê, nîşana berfirehbûna siyaseta ku li dijî îrade û yêkrêziya civaka me hatiye kirin e. Jin, Jiyan, Azadî dirûşma ji aliyê Rêbertî ve bi serbilindî li ser jina ku xwe birêxistin kiriye û ruh daye hemû jinên cîhanê pêş xistiye. Da ku gelên cîhanê rabin ser piyan û rêya me ya azadiyê ronî bikin, da ku tecrîdê bişkînin û Rêberê me azad bikin. Careke din em ji we û konferansa we re serkeftinê dixwazin. Em bi têkoşîn û berxwedanê, bi parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve pêş de biçin.”
 
Beşdarvan û mêvanên ji bajarên cûda yên Iraqê jî amade bûn. Ji bajarê Mîsan Endama Saziya Destên Hevgirtî Îbtîhel Qazim El Etwanî, Endama Saziya Ezwasitim ji bo piştgiriya Jin û Zarokan Zeman Ebdulwahîb Şiloş ji bajarê Wasîd, Ji saziya Bi hev re Jiyanek
 
Xweş  Suhema Mehmûd Necim Elqeysî  ji Babîl, ji Wasid ji saziya Cened Wenes İbêd El Şemrî  Silêmanî, ji Zîqar Endama Rabîta Jina Iraqê Emel Hilêl Lefte, ji Dîwaniyê ji saziya Seheya Kesk Kirême Taîb, ji Dîwaniyê ji saziya Jinebiyên Iraqî Hêlîn Rehîm Mirdan, ji Zîqar endama saziya Terraziya jinê Bişre Egelî û ji Kerbela ji saziya Xêrxwazan û avaker Şua Hadîl Enkuşî, ji Zîqar Basma Keyfxweşiye Enab Rêsan Kenad, ji Zîqar ji saziya Ur a çanda Jin û Zarok Mûne Sahîb El Hîlalî jî di konferansê de amade bûn û piştgiriya xwe bo têkoşîna jina Êzidî nîşan dan. Konferans bi dayîna peyaman didome.
 
Tê payîn ku piştî peyaman konferans bi semînerên taybet berdewam bike û heya ber bi êvarê bidome.