Jinên Basayê: Em ê sindoqan biparêzin

  • 09:02 23 Nîsan 2023
  • Ramyarî
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên ji navçeya Basayê destnîşan kirin ku êdî dema Erdogan qediyaye û gotin: “Her dengek hebûna me diyar dike. Divê hemû kes xwedî li sindoqan derbikeve.”
 
Demek kurt ji hilbijartinên 14'ê Gulanê re ma. Piştî lîsteyên namzetan eşkere bûn partiyan lez dan xebatên xwe. Ji van pariyên ku bê navber xebatên xwe didomîne yek jê jî Partiya Çep a Kesk e ku wê HDP di bin navê wê de bikeve hilbijartinê. Jinên Botanê jî ji destpêkê de helwesta xwe ya ji bo hilbijartinê diyar kirin. Jinên ji navçeya Basaya Şirnexê jî derheqê hilbijartinan de axivîn û destnîşan kirin ku divê hemû kes xwedî li dengên xwe derkeve û piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk.
 
‘Heke em bi ser bikevin wê zarokên me jî azad bin’
 
Meryem Îverendî, diyar kir ku jinên Botanê serkeftinê û aştiyê dixwazin û got: “Em ê dengên xwe bidin partiya xwe Partiya Çep a Kesk. Bawerî û hêviya me ji partiya me û ji gelê me heye. Em azadiya serokê xwe dixwazin û em ê bi ser kevin. Zarokên me di girtîgehan de ne, sîyasetmedarên me di girtîgehan de ne. Em azadiya wan dixwazin. Gelê Kurd zêde zilm û zordestî dît. Divê ew bindestî û zilm biqede. Bila tu kes rayên xwe nede AKP’ê hemû rayên xwe bidin partiya xwe. Heke em bi ser bikevin wê zarokên me jî azad bin. 14’ê Gulanê ji bo me gelek girîng e û ji niha ve serkeftinê ji hemû gelê me yê bi  rûmet re dixwazim.”
 
‘Em ê sindoqan biparêzin’
 
Şîrîn Demîr jî destnîşan kir ku divê hemû kes xwedî li sindoqan derkeve û got: “Em ji bo hilbijartin û xwedîderketina sindoqan li qadê ne. Her rayek hebûna me diyar dike. Heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin. Em ewilî azadiya wî dixwazin. Ji bo azadiya Serokê me û girtiyan divê em hemû biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Di roja hilbijartinê de dibe ku hîle û lîstik bên kirin. Lewra divê em sindoqên xwe biparêzin û xwedî li dengên xwe derkevin. Hikûmeta AKP’ê ku hîlekar e û derewan dike her tişt jê tê. Lewra divê em li dengên xwe miqate bin û vê hikûmetê bi rê bikin. Partiya Kesk partiya me ye em ê 4 parlamenterên xwe ji Şirnexê bişînin parlementoyê.”
 
 
‘Êdî dema Erdogan qediya’
 
Herî dawî jî Remziye Gok da zanîn êdî dema Erdogan qediyaye û got: “Kurd dizanin çi bikin û haya wan ji rojevê heye. Kurd êdî vê zilmê qebûl nakin û mafê xwe dixwazin. Êdî dema Erdogan qediya. Hindik maye ku biçe. Heke em bi ser kevin wê aştî û demokrasî were vî welatî.”