Gelê Rihayê li alî Partiya Çep a Kesk e

  • 21:47 22 Nîsan 2023
  • Rojane
RIHA – Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Rihayê li Xelfetiyê serdanên cejnê pêk anî û dîmenên rengîn derket holê.
 
Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Rihayê  bi wesîla cejna Remezanê li gelek navçeyan serdanên cejnê pêk anîn.  Namzet Dîlan Kunt Ayan û aktîvîstên tevgera jinên Azad (TJA), HDP’a Xelfetiyê û gelek endamên partiyê  çûn sedana gundên Seldek, amara, Vahna, Çakkalli û Derdo yên Xelfetiyê.
 
Di serdanê de heyet bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin û heyetê û gundiyan li ser pirsgisrêkên heyî yên rojane riyên çareseriyê nîqaş kirin.
 
Heyet çû gundê Vahna û li wir serdana cejnê veguherî hevdîtina gel. Namzet Dîlan Kunt axaftine kir û diyar kir ku wê coşa gund bandor li ser gelek herêmên Rihayê bike.
 
Piştî axaftinan govend hatin gerandin. Heyetê cejna gel pîroz kir û dîmenên rengîn derketin holê.