Der barê edîtora me Gulşen Koçuk de du lêpirsînên nû

  • 19:53 22 Nîsan 2023
  • Rojane
WAN-Rojnameger Gulşen Koçuk di çarçoveya du lêpirsînên dihat meşandin de hat binçavkirin.Gulşen piştî îfada li dozgeriyê hat berdan.
 
Edîtora ajansa me Gulşen Koçuk li Wanê di çarçoveya du lêpirsînên derbarê wê de hat binçavkirin. Gulşen 5 saet şûnde bi SEGBÎS’ê ji aliyê dozgeriyên Amed û Edîrneyê îradeya wê hat girtin.
 
Faliyetên rojnamegeriyê hat pirsîn
 
Ji Gulşenê der barê dosya 16 rojnamegerên di 8’ê Hezîrana 2022’an de li Amedê hatin binçavkirin û girtin pirs hatin pirsîn. Her wiha jê pirsên di bernameyan de çi dihat weşandin, nûçeyên hatine çêkirin û nûçeya der barê 8’ê de hat pirsîn.Her wiha nûçe û faliyetên rojnamegeriyê hatin pirsîn.
 
Her wiha serlêdana sûc ya ku akademîs Bekîr Yuksel  der barê Gulşenê de kiribû hat pirsîn û Gulşenê da zanîn ku ‘naveroka parvekirina vî kesî tundiyê dihewîne’.
Parêzerê Gulşenê, Cîhat Durmaz diyar kir ku parvekirin û nûçeyên muvekîla wê di çarçoveya rojnamegeriyê de ye.
 
Gulşen piştî îfadê hat berdan.
 
Gulşen li ber Edliyê axivî û diyar kir ku tiştên pê tê sûcdakririn têkildarên rojnamegeriyê de ne û got wê ew her tim heqîqetê derxin holê.