Li Mêrdînê serdanên Cejnê

  • 19:12 22 Nîsan 2023
  • Rojane
MÊRDÎN – Partiya Çep a Kesk, bi minasebeta Cejna Remezanê li Mêrdîn û navçeyên wê serdana malbatan pêk anî. 
 
Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk), bi minasebeta Cejna Remezanê li Mêrdîn û navçeyên wê serdana malbatan pêk anî. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gela (HDP) a berê ya Mêrdînê Guler Yildirim, namzetê Partiya Çep a Kesk û endamên partiyê tevli serdanê bûn. Di dema serdanê de malbatan daxwaziya azadî, aştî, wekhevî û demokrasiyê kirin û gotin ew dixwazin desthilatdariya AKP’ê êdî biçe.