Partiya Çep a Kesk di cejnê de li her derê ye

  • 18:11 22 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk xebatên xwe didomîne û lig elek bajaran bi gel re hat gel hev û buroyên hilbijartinê yê jinan vekir.
 
Parştiya Çep a kesk îro jî li gelek bajarî bi gel re hat gel hev û xebatên xwe meşand.
 
Tekîrdag
 
Li Tekîrdagê bi tevlibûna namzet Seyîthan Kirmizi li Çewlîga Ataturk Orman bernama seyranê pêk hat û gelek kes tevli bûn. Di seyranê de belavok hatin belavkirin û piştre li taxa Yenîçîftlîk buroya hilbijartinê hat vekirin.
 
Bursa
 
Li Bursayê jî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Yildirim bi tevlibûna namzetên partiya çep a Kesk civînek bi gel re hat kirin. Namzet Ceylan Erol Erdogan,, Cahît Kirkazak,, Necdet Îpekyuz û parlamenterên HDP’ê Erol Katircioglu tevli bû.
 
Piştre heyet çû Rêxistina HDP’a Yenîşehîrê bi gel re cejn pîroz kirin.
 
Qers
 
Li Qersê jî Partiya Çep a Kesk xebatên xwe didomîne. Namzet Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Gulcan Alp, Sertaç Çelîkalelî  çûn serdana standa hilbijartinê. Gel eleqeyek mezin nîşanê namzetan dan û dîmenên rengîn derketin holê.
 
Bedlîs
 
Li Tetwan a BEdlîsê jî bi tevlibûna sedan kesî buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin. Namzetên partiya Çep a Kesk, dayikên aştiyê û bi sedan jin tevli bûn.
 
Dêrsîm
 
Li Dêrsîmê jî li taxa Cumhuriyet di çarçoveya xebatên Partiya Çep a Kesk de Buroya Hilbijartinê ya Jinan a Aysel Dogan Gazîk hat vekirin. Namzet Ayten Kordu, Başak Demîrtaş û bi sedan welatî tevli bûn.
 
Aydin
 
Li navçeya Nazlîlî ya Aydinê li taxa Muammer Aksyon buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a kesk hat vekirin. Namzet Ebru Gunay û Rojîn Tanhan Dogan tevli bûn û eleqeyek mezin hat nîşandan. Gel li ber buroyê govend gerandin. Piştre jinan bi jin jiyan azadî buro vekirin.
 
Şirnex
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di 24’ê Nîsanê de wê bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li qada Newrozê mîtîng pêk bê. Heta Partiya Çep a Kesk li navçeyê bo mîtîngê belavok belavkirin.