Partiya Çep a Kesk li Gaziemirê cejna welatiyan pîroz kir

  • 13:59 22 Nîsan 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk li Gaziemirê bi welatiyan re hat gel hevdu û diyarkirin ew ê cejna esil piştî 14'ê Gulanê be. Her wiha namzetan gotin:"Dema Kurdistan û Tirkiye azad bibe wê demê ew ê cejna me be." 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk li buroya hilbijartinê ya Taxa Dudu ya Gaziemirê bi welatiyan re hatin gel hevdu û cejna welatiyan pîroz kirin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk Burcugul Çubuk, Erhan Morkoç, Kerem Ay, rêveberên partiyê û gelek kes tevlî hevdîtinê bûn. 
 
'Dema Kurdistan û Tirkiye azad bibe wê demê ew ê cejna me be'
 
Burcugul Çubuk da zanîn ew ê cejna esil piştî 14'ê Gulanê be û got:"Îro heman pirsgirêk derdikevin pêşberî me. Karker em in, jin em in, yên li ser kar û li înşaatan tên qetilkirin em in. Em ê bi hev re jiyana nû ava bikin. Dema Kurdistan û Tirkiye azad bibe wê demê ew ê cejna me be. Em bi hev re têkoşînê bidomînin."