Serhildana 'Jin jiyan azadî' di cejnê de dewam dike

  • 13:44 22 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di meha xwe ya 8’an de didome. Li gelek bajaran gel duh bi şev ji bo şermezarkirina hikûmetê daketin qadan.
 
Tevî zext û dorpêça tund a hikûmeta Îranê, şeva borî xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo şermezarkirina hikûmetê daketin qadan.
 
Welatiyên ku li Seqiz, Tehran, Meşhed û Îsfehanê daketin kolanan barîkat danîn û agir pêxistin. Avahiyên Besîc û bankayên dewletê hatin şewitandin û dirûşmên li dijî hikûmetê hatin berzkirin. Gel careke din ragihand ku heta Komara Îslamî ya Îranê neyê rûxandin ew ê kolanan neterikînin.