CHP û Partiya Siberojê çûn serdana HDP'ê

  • 12:58 22 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - CHP û Partiya Siberojê ji bo cejnê çûn serdana HDP'ê. 
 
CHP û Partiya Siberojê ji bo cejnê çûn serdana HDP'ê. Endama MYK'ê Sultan Ozcan, Endama PM'ê Nuray Ozdogan, Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk Çagdaş Kupeli CHP û Partiya Siberojê pêşwazî kirin. 
 
Berê Partiya Siberojê çû serdana HDP'ê. Di serdanê de li ser mijarên 14'ê Gulanê û karesata erdhejê sohbet hat kirin. Ji bo erdhejzedeyên ji ber bê tedbîriyên îktidarê jiyana xwe ji dest dan sersaxî hat xwestin. 
 
Piştre CHP çû serdana HDP'ê. Di vê serdanê de jî li ser rejîma yekzilamiyê û hilbijartinan hat axaftin. 
 
Ew ê serdanên ji bo HDP'ê yên Partiya Saadetê, Partiya Ciwan û Partiya DEVA'yê dewam bikin.