Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 50 hezar û 783’yan

  • 12:12 22 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dane derket 50 hezar û 783’yan. 
 
Li gorî daneyên fermî, hejmara kesên di erdhejên Mereşê yên 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibin. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu tev li bernameyeke televîzyonê bû û da zanîn ku hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane bûye 50 hezar û 783. Her wiha Suleyman da zanîn ku ji qurbaniyan 7 hezar û 302 jê penaber in.