Li qesra Rumine panela 'Jin, Jiyan, Azadî' hat lidarxistin

  • 11:38 22 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera 100’emîn a peyama Lozanê de li qesra Rumine a ku peyama Lozanê lê hatibû îmzekirin, panel hate lidarxistin. Di panelê de hat diyarkirin ku “dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi felsefeya azad a Abdullah Ocalan ket nava jiyanê.”
 
Di çalakiyên ku li qesra Rumine a ku peymana Lozanê hatibû îmzakirin de panelek hat lidarxistin. Piştî  panela ku bi navê “1923 Lozan, Kurd li ku derê bûn?” hat lidarxistin, vê heftê jî panela “Jin, Jiyan, Azadî” hat lidarxistin.
 
Mase ya ku Peyman li ser hatibû îmzekirin hat nîşandan
 
Beriya panela ku bi beşdariya endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Elîf Kaya û Dîroknasê Hunerê yê Swîsreyî Matthieu Jaccard hat organîzekirin, temsîla masaya ku Peymana Lozanê li ser hatiye îmzekirin a di sala 2015'an de ji aliyê hunermend Mîrkan Denîz ve hatiye çêkirin, li salonê hat pêşandan.
 
Li ser navê Komîteya Lozan 2023 Sevgî Koyuncu der barê zincîra panelên ku li Lozanê hatin lidarxistin de agahî da. Di panela ku bi pêşkêşvaniya dîroknasê hunerê Matthieu Jaccard dest pê kir de Matthieu Jaccard diyar kir ku salvegera Qirkirina Ermeniyan a di 24'ê Nîsana 1915'an de pêk hat nêzîk dibe û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
 
‘Gelê Rojhilata Navîn û yê Asyayê di bin gefên qirkirinê de ne’
 
Matthieu Jaccard bal kişand ku li ser dîroka mirovahiyê di her pêvajoyê de fikrê qirkirin û dagirkeriyê hatiye jiyîn, gelê Rojhilata Navîn û yê Asyayê hîn jî bi vê hişmendiyê di bin qirkirin û dagirkeriyê de dijî. Matthieu Jaccard bal kişand qirkirina ku li ser gelê Ermenî û Rum yên qedîm hatiye kirin û wiha gotinê xwe domand: “Di bin gefa qirkirinê de, peymana ku 100 sal berê li vir hatibû îmzekirin, li Kurdan vegeriya."
 
‘Kurdan ziman û kevneşopiya xwe parastin’
 
Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Elîf Kaya danasîna jineolojiyê kir destnîşan kir ku gele Kurd ên ku li axa Mezopotamyayê dijîn bi destê dewletên Emperyalist bû 4 perçe, gelê Kurd rûxmê gefên qirkirinê jî bi îrade û tekoşînek xurt zimanê xwe û kevneşopiyên xwe yên civakî parastine.
 
‘Kurd şoreşa jinê afirandin’
 
Elîf Kaya da zanîn ku şoreşa Rojava bi berxwedanê bi ser ketiye di ronahiya paradîgmaya azadiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatiye afirandin û wiha dewam kir: “Tevî bi dehan qirkirinan jî gelê Kurd cihê xwe di nava serhildanan de girt. Bi parastina nasname, ziman û kevneşopiyên xwe di afirandina şoreşa jinê de bi ser ketin. “Jin, jiyan, azadî” ku ji Rojava derketiye û li Rojhilatê Kurdistanê û îro li tevahiya Rojhilata Navîn weke axaftineke hevpar bi felsefeya azad ya Abdullah Ocalan ketiye jiyanê."
 
Panel bi pirs û bersivan dewam kir û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
Çalakiyên Peymana Lozanê wê bi pêşangeha ku wê di navbera 28'ê Nîsanê û 19'ê Gulanê de pêk were bidome.