ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 22 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*Di sala 2016 û 2019’an de bi tayînkirina qeyûman re pergala hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û destkefiyên jinan ên bi salan hatin xespkirin. Têkoşîna azadiya jinan di her serdeman de ji bo desthilatdaran wek xetereyeke mezin hatiye dîtin.
 
*Burcugul Çubuk a ku li Afyonê mezin bû û tevgera şoreşger nas kir bû namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk û dixwaze têkoşîna xwe li vir bidomîne. Burcugul da zanîn ew ê têkoşîna jinê bibin meclîsê û got:"Em ê wekî Partiya Çep a Kesk werin û bi hev re bi rê ve bibin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Helebê yên bal kişandin ser girîngî û belavbûyina zanista Jinolojiyê wiha gotin:"Ev zanista Jineolojiyê bi hemû qadên xwe û xebata xwe bû bersivek li hemberî zanista ku civak û jin tune dikir. Li beramberî vê yekê erka jineolojiyê, derxistina dîroka rast û nasnameya wê ye. Jineolojî ji bo pêşketina zanistê û çareseriya pirsgirêkên civakê ye" DÎMEN HEYE
 
*Endama parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Dîlokê Sevda Karaca diyar kir ku rejîma yekzilamî ya AKP-MHP'ê welat ber bi tariyeke bêdawî ve biriye û got:"Em dixwazin têkoşîna jinan bibin meclîsê û meclîsê jî bibin her derên ku jin lê ne." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Mêrdînê ku hilbijartinên 14’ê Gulanê wek “hebûn û tunebûnê” penasekirin, bi lêv kirin ku ji bo azadî, edalet, hiqûq û demokrasiyê ve hilbijartin gelek girîng e û gotin hemû deng ji Partiya Çep a Kesk re. Jinan, her wiha bang li her kesî kirin ku xwedî li deng û sindoqên xwe derbikevin. DÎMEN HEYE
 
*Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku daxwazên jin li kolanan diqêrin di nava Beyannameya Jinên Partiya Çep a Kesk de cih digire û wiha got:"Jin çawa li dijî rejîma yekzilamî li kolanan li berxwe didin wê li ser sindoqan jî li berxwe bidin. Wekî di beyannameyê de jî hat gotin wê jin di 14'ê Gulanê de vê îktidarê bişînin. Di vê hilbijartinê de jî em ê bi Partiya Çep a Kesk têbikoşin." DÎMEN HEYE
 
*23’ê Nîsanê li Tirkiyê wek cejna zarokan hatiye îlankirin. Lê Li Tirkiyeyê û bi taybetî jî li Kurdistanê roj namîne ku zarok bi êrîşan re rûbirû neyên û an jî neyê qetilkirin.  Li cihê ku zarok werin qetilkirin û ji jiyana xwe bêpar werin hiştin mirov nikare behsa cejna zarokan bike û cejn nayê pîrozkirin.
 
*Wê Partiya Çep a Kesk, bi minasebeta Cejna Remezanê li Mêrdîn û navçeyên wê serdana malbatan bike. (11.00-17.00)