HDP û Partiya Çep a Kesk çûn serdana gora Dîcle Delî

  • 12:45 21 Nîsan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - HDP û Partiya Çep a Kesk bi munasebeta Cejna Remezanê çûn serdana gora Dîcle Delî ya di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest da. Di serdanê de peyama wê ala kesên di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane nekeve hat dayin. 
 
HDP û Partiya Çep a Kesk bi munasebeta Cejna Remezanê li navçeya Zeytînbûrnû çûn serdana gora Dîcle Delî ya di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest da. Di serdana li Goristana Silivrikapiyê de peyama wê ala kesên di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane nekeve hat dayin. Malbata Dîcle jî tevlî serdanê bû. Li vir berî axaftinan rêz hat girtin. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Zeytînbûrnûyê Nezir Erdemci li vir diyar kir ku wê ala kesên di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane nekeve û got heta em bimirin em ê şopdarê rêya wan bin. 
 
Piştre bavê Dîcleyê Faik Deli axivî. Faik di heman demê de namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk a herêma sêyemîn a Stenbolê ye. Faik diyar kir vê dewletê tevî dizanîbû wê komkujî çêbibe lê belê dîsa rê kujeran vekirin û got heta azadî bê wê têbikoşin. 
 
Herî dawî rêvebera HDP'ê ya Fatihê Emîne Duman got:"Em zarokên xwe ji bo şer mezin nakin. Em dixwazin zarokên me bextewar bin û di nava aştiyê de mezin bibin. Li Enqereyê dema miriyên me li erdê bûn polîsan êriş kirin. Heta em bigihêjin azadiya xwe em ê têbikoşin."
 
Piştî duayên li ser goristanê serdan bi dawî bû.