Welatiyên Til Temirê çûn ser gorên pakrewanan

  • 10:29 21 Nîsan 2023
  • Rojane
 
HESEKÊ - Welatiyên Hesekê bi munasebeta Cejna Remezanê vê serê sibehê berê xwe dan Goristana Şehîdên Til Temirê. 
 
Malbatên şehîdên navçeya Til Temirê bi munasebeta Cejna Remezanê, serê sibehê berî dan Goristana Şehîdên Til Temirê ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Malbatên şehîdên Kurd, Misrî, Ermenî û Ereb îro dîsa bi munasebeta Cejna Remezanê şehîdên xwe hembêz kirin. Hevrêyên şehîdan û malbatên wan, kesên temen mezin û astengdar jî hebûn. Hin malbatan li ser gorên şehîdên xwe şitlên gulan çandin.