29 sal in bi platîna çîma xwe li girtîgehê li berxwe dide

  • 09:09 21 Nîsan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Girtiya nexweş a  giran a PKK’yî Gulistan Abdo ku di 1994’an de birîndar hat girtin û ji ber nehat dermankirin çîma wê ya çepê hat jêkirin, neçare bi platînê bijî. Gulîstan ku 29 sal in girtiye tevî nexweşiyên wê nayê berdan. Yekane daxwaza Gulistanê tehliyekirin e.
 
Girtiya PKK’yî ya nexweş Gulistan Abdo li Efrînê hat dinê û di 1994’an de li Mehsert a Mêrdînê birîndar ji sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Çîma wê ya çepê ji ber birînê kangren bû û hat jêkirin û protez xistinê. Gulîstan li girtîgehên Amed, Sêwas û Sêrtê girtî ma. 12 sal berê surgunê girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê hat kirin. Proteza Gulîstanê di 2010’an de hat guhertin. Proteza ku divê her tim bê nûkirin bi salane nayê guhertin.
 
Serê wê şikest nehat dermankirin
 
Gulistan pirsgirêkên mezin dijî nikare tenê rabe rûnê. Gulîstan di 2020’î de dikeve û serê wê dişkê. Tevî vê nehat dermankirin. Gulîstana ku divê bihata dermankirin kontrolên wê jî bi hincetên cuda tên astengkirin. 
 
Di nameyê de binpêkirinan vedibêje
 
Gulistanê di 2019’an de name şand ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê û got tevî astengdariya wê bi kelepçeyê dibin nexweşxaneyê, bi wesayîta rîngê dibin ev jî şert û mercên çûyîna nexweşxaneyê zehmet dike. Gulîstan ku nexweşa hîpertansiyon e û di malzaroka wê de kîst heye, di 2021’ê de bi kovîdê dikeve.
 
Nayê tehliyekirin û dermankirin!
 
Gulistan di ‘listeya nexweşên giran’ a ÎHD’ê de dimîne û 29 sal in girtiye. Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ji bo Gulistanê her hefte ‘rûniştina F’ pêk anî û bang li wezareta dadê û tipa Edlî kirin ku demildest bê tehliyekirin. Lê mixabin ne tê tehliyekirin ne jî tê dermankirin.
 
Dest ji berxwedanê bernade
 
Malbata Gulistanê ji ber şer ji Halebê koçî Swîsreyê kiriye. Bi salane tenê bi telefonê bi malbatê re  hevdîtinê dike. Gulistan bi dayika xwe ya li Swîsreyê re diaxive lê bi xwişk û birayên xwe yên Heleb û Tirkiyeyê bi hinceta mafê xwe tije kiriye nikare biaxive. Gulisan tevî hemû nexweşiyên xwe li girtîgehê dest ji berxwedana xwe bernade.
 
Dozê tên vekirin tên veşartin
 
Parêzera Gulistanê ku di 18’ê Nîsanê de hevdîtin pê re kir wiha got: “Tu weşanên çapemeniyê nagirin girtîgehê. Weşanên muxalîf nadin. Her roj pirtûkan kêm dikin. Gulistan dixwaze dema bê berdan biçe cem dayika xwe Swîsreyê. Dixwaze ji vî mafî fêdeyê bigire. Li Gulistanê du doz hatine vekirin lê em naveroka wan nizanin. Em lêkolîn dikin.”