Delîl tune ye lê sûc heye!

  • 09:06 21 Nîsan 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Di çarçoveya lêpirsîna hatibû destpêkirin de yek ji 15 kesên hatibû binçavkirin û îdianame derbarê de hatibû amadekirin Remziye Temel e. Dozger ji bo Remziye Temel biryara "Delîl nehatiye dîtin lê dîsa jî îştiraqê sûcan e" da. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 8’ê Hezîranê de 18 rojnameger hatin binçavkirin û di 16’ê Hezîranê de 15 jê hatin girtin. Îdianameya der barê rojnamegeran de rojên borî de hat temamkirin û şandin 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê. Piştî dadgehê îdianame temam kir şûnde dîroka yekemîn runiştin 11’ê Tîrmehê hat diyarkirin. Di çarçoveya dosyayê de yek ji rojnamegerên tên darizandin Remziye Temel e.
 
Hevdîtinên der barê bernameyê sûc hatin hesibandin
 
Remziye Temel di Ari Yapim de karê muhasebê dikir û wek hevalên wê din din, derbarê wê de jî hevdîtinên telefonê yên  ji bo bernameyan sûc hatin hesibandin. Ji bilî hevdîtinên telefonê yên der barê bernameyan de tu delîl nehatin dîtin. Lê tevî vê  dozger tespîtên wekê îştîraqê sûc kiriye ji endamtiya rêxistinê der barê Rezmiyeyê de ceza daxwaz kir.
 
Çi bûbû?
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Di 16'ê Hezîranê de Mudura Karê Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Aziz Oruç, Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş û rojnameger Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelik, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geciken, Lezgin Akdenîz û Mehmet Şahîn, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. 
 
Wê rûniştin di 11'ê Tîrmehê de bê dîtin
 
Ev 10 meh in di warê lêpirsîna derbarê rojnamegeran de tu pêşketin çênebûbû. Di rojên borî de îddianameya derbarê rojnamegeran de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat qebûlkirin. Wê rûniştina 15 jê girtî 18 rojnamegeran di 11'ê tîrmehê de bê dîtin.