Li Bazarcixê maseya krîzê hat avakirin

  • 18:04 20 Nîsan 2023
  • Rojane
MEREŞ- Li navçeya Bazarcixa ji ber rabûna bahozê gelek konteynir û konan zirar dîtin, herî kêm 20 mexdûran erdhejê birîndar bûn.  Ji bo mexdurên erdhêjê maseya krîzê hat avakirin.
 
Li navçeya Bazarcix ku navenda erdheja 6’ê sibatê li Mereşê rû da bû, ji ber bahoza rabû konteynir û konan zirareke mezin dîtin. Li taxa Cengîz Topel ji ber şiliyê konbajar wêran bû.
 
Hat hînbûn ku ji ber karasetê gelek kes birîndar bûne. 
 
Maseya krîzê hat avakirin
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk der barê karasetê de maseya krîzê ava kir. Maseya krîzê ji bo hewcedariyên lezgîn yên wekê kon, konteynirx, nivîn û cil û bergan bang kirin.