Li Mêrdîn û navçeyên wê serdana goristanan hat kirin

  • 17:29 20 Nîsan 2023
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN – Li Mêrdîn û navçeyên wê bi minasebeta Cejna Remezanê serdana goristanan hat kirin.
 
Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk), bi minasebeta Cejna Remezanê li Mêrdîn û navçeyên wê serdana goristanê kir. Bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta Mêrdînê Saliha Aydenîz, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî, Hevşaredara Qoserê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Nîlûfer Elîk Yilmaz, rêvebirên HDP û Partiya Çep a Kesk ên Qoserê li navçeya Qoserê serdana goristanan pêk anî.
 
Şandeya partiyê destpêkê çûn serdana Goristana Taxa Girê Bîrê û piştre jî derbasî Goristana Malakado bûn. Li vir jî serdana gorên Emrûllah Akhamûr û Mûrat Yurtgulê ê ku di Komkûjiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, kirin û dia hatin xwendin. Şande piştre derbasî Goristana Sanayî bûn û ji wir jî derbasî Goristana Taxa Firatê bûn. Şande li vir serdana gora siyasetmedar Mehmet Sîncar ê ku di sala 1993’an de ji aliyê kiryarên ne diyar ve hat qetilkirin, kir.
 
Piştî diayên hatin xwendin bername bi dawî bû.  
 
Li navçeyên din ên Mêrdînê jî bi tevlîbûna namzetan û partiya ve serdana goristana hat kirin.