Li Bazarcixê firtone rabû: Zarokekê jiyana xwe ji dest da

  • 16:01 20 Nîsan 2023
  • Rojane
 
MEREŞ - Li Bazarcixê ji ber firtone rabû konbajarê li Koçeya Cengiz Topel hilweşiya û zarokekê jiyana xwe ji dest da. Gelek kes jî birîndar bûn. 
 
Li Bazarcixa navenda erdheja 6'ê Sibatê bû baran gelekî şid bariya. Firtone rabû û konbajarê li Koçeya Cengiz Topel hilweşiya. Ji ber karesata rû da zarokekê jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Dar ketin, gelek konteynir jî ketin.