Amedekariyên Mîtînga Jinan a Wanê didomin

  • 15:26 20 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
WAN - Beriya Mîtînga Jinan a li Wanê bê lidarxistin namzetên Partiya Çep a Kesk li kolan û cadeyên Wanê belavokên bangewaziyê belavkirin. 
 
Xebatên namzetên Partiya Çep a Kesk li Wanê berdewam dike. Di 26'ê nîsanê de li Wanê dê Mîtînga Jinan bê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna mîtîngê li Wanê xebatên jinan berdewam dike. Namzetên jin ên Partiya Çep a Kesk li kolan û cadeyên Wanê belavokên bangewaziyê belavkirin. Namzet, Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, Sînan Çîftyurek, Taylan Ertaş, Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Handan Karakoyun, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî belavkirina belavokan bûn. 
 
Li ber Parka Feqiyê Teyran a Cadeya Cumhuriyetê bi dirûşma "Bi berxwedanê dê bi ser kevin" û “Jin jiyan azadî” meş li dar xistin û heta buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk meşiyan. Li vir girseya ku kom bû stran gotin, govend gerandin, dirûşm berz kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Piştî demekî heman girsê bi meşê carek din berê xwe da Beşyolê û li vir carek din belavokên xwe belavkirin. 
 
Piştî belavkirina belavokan çalakiya îro hate bidawîkirin.