Partiya Çep a Swêdê piştgirî da Partiya Çep a Kesk

  • 14:32 20 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Swêdê (Vänster) ragihand ku ew ê bi tevahî piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk. Partî wê ji bo hilbijartinan jî heyeteke çavdêr bişîne.
 
Berdevkên Partiya Çepên Kesk a Swêdê Ruken Adult, Hasan Bozlak, Wekîlê Partiya Çep a Swêdê (Vänster) Hakan Svennling, bi Endama Desteya Rêveber a Navendî û Berpirsa Têkiliyên Derve Yekbûn Alp re hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14'ê Gulanê.
 
Rêveberên Partiya Çep a Swêdê dan xuyakirin, ku ew ê bi tevahî destekê bidin Partiya Çep a Kesk û wê heyeteke çavdêr bişînin welêt.
 
Di hevdîtinê de polîtîkayên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP'ê hatin nîqaşkirin û hate destnîşankirin ku Erdogan ji bo her derê xetere ye.
 
Di civînê de hate gotin ku "Tirkiye bûye welatekî ku jin û zarok lê ne ewle ne û di van deh salên dawî de gelek qetlîamên sivîlan pêk hatin." Her wiha peyama "Çareseriya gelek krîzên li welat di Partiya Çepên Kesk de" hate dayîn.