Li Semsûrê serdana goristanan a Partiya Çep a Keskê

  • 14:15 20 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
SEMSÛR - Bi boneya roja erefeyê Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Semsûrê çû serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û qurbaniyên erdhejê. 
 
Rêxistina Partiya Çep Kesk a Semsûrê tevî namzetên parlamenteriyê yên bajêr, bi boneya erefeya Cejna Remezanê çû serdana goristanên Karapinar û Ziyartegeha Zeynel Abîdîn. Di serdanê de gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û qurbaniyên erdhejê hatin ziyaretkirin. 
 
Şande ji ewil çû serdana gorên 28 endamên PKK’ê yên li Goristana Karapinarê ku di 7'ê gulana 1993'yan de li Çiyayê Bezarê yê Çêlikan a Semsûrê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn. Beşdaran, ji ewil deqeyek rêz girt û piştre jî qurnefîl danîn ser goran. Ji namzetên parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Alî Kenanoglû diyar kir ku wan ji bo jiyaneke nû ya azad û wekhev berdel dane û dê wan tu carî ji bîr nekin. 
 
Piştre jî beşdar çûn serdana gorên qurbaniyên erdhejê, ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestin û dua kirin.
 
Endam, rêveber û namzetên Partiya Çepên Kesk piştre jî çûn serdana Ziyaretgeha Zeynel Abîdîn a li Taxa Turmuzê. Di serdanê de gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û qurbaniyên erdhejê hatin ziyaretkirin. Her wiha şandeyê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestin û dua kirin.