Ji bo cejnê dest bi çêkirina kulîçeyan kirin

  • 10:51 20 Nîsan 2023
  • Jiyan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hatina Cejna Remezanê re, jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi çêkirina kulîçeyan dikin. Jinên ku amadekariyan dikin wiha axivîn: "Şêniyên herêmê şêraniyan li cîran û xizmên xwe belav dikin. Ev hevgirtin û hevkariyê nîşan dide û zarok pê şad dibin."
 
Bi hatina Cejna Remezanê re, jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi çêkirina kulîçeyan dikin. Li gorî nûçeya Ajansa ANHA'yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên Cejna Remazanê destpê kirin û di nûçeya xwe de bal kişand ser çêkirina kulîce ango kilor, sawke, kumbe û mamûl e.
 
Navên kulîçeyan û şeklên wan li gorî herêman diguherin; li Qamişloyê kulîçe ye yan jî sawk e, li Kobanê kilor, li Efrînê kumbe û li Reqayê jî mamûl. Kulîçe cureyeke şêraniyan e û di bone û cejnan de tên pêşkêşkirin. Kulîçe bi gelek cureyan tê çêkirin. Hinek bi xurme û hinek jî bi gûzan û hinek jî bi fisteqan çêdikin. Berê di tenûran de sor dikirin. Lê di van demên dawîn de di firinan de tên sorkirin.
 
Merdiye Ehmed diyar kir ku bê kulîçe cejn temam nabe û got: “Em, cîran û xizm bi hev re kulîçeyan çêdikin.”
 
Mune El Ehmed a ji Dêrazorê ye lê li Reqayê dijî, diyar kir ku li gorî daxwazên şêniyan ew ê şêraniyan çêdike. Mune destnîşan kir ku ji 3 salan ve dest bi çêkirina şêraniyê kiriye û got: “Hilberîn baş û pir bû. Lê kar îsal paşde çûye, ji ber ku madeyên pê şêranî çêdibin, biha ne.”
 
Fatme El Ebid jî cejna Remezanê pîroz kir û got şêranî li Reqayê kevneşopeke kevnar e. Fatmeyê da zanîn ku ji ber bihabûnê û rewşa jiyanî nekariye şêraniyê çêke.
 
Fatme anî ziman ku şêniyên herêmê şêraniyan li cîran û xizmên xwe belav dikin û got ev hevgirtin û hevkariyê nîşan dide û zarok pê şad dibin.
 
Sewsen Hiso ya ji Kobanê jî diyar kir ku bihabûnê bandor li çêkirina şêraniyê kiriye. Sewsenê got: “Berê me şêranî bi miqdarên mezin çêdikirin. Lê di çend salên dawîn de ji ber bihabûnê, em tenê di cejnan de wan çêdikin.” Sewsen destnîşan kir ku herî zêde zarok bi şêraniyê şad dibin û çandeke pêşiyan e ku dê wê biparêzin.
 
Şêniyên Efrînê yên koçber û li kampên Şehbayê dimînin, bi hêviyeke mezin cejnê pêşwazî dikin ku amadekariyên cejnê dikin.
 
Dayika Zeyneb Oba mîna jinên din, ji ber dopêça hikumeta Şamê ya li ser kantonê tenê 2 kîlo şêranî çêkirine. Zeynebê got: “Dema em li Efrînê bûn, me şêranî li ser agirê êzingan dipêjand. Lê niha em nikarin wisa bikin, li aliyekî bihabûn û li aliyê din tûpên gazê kêm in. Ji bo wê em neçar man ku tenê 2 kîlo şêranî çêkin. Ji ber bihabûnê lêçûna her cureyeke şêraniyê bûye 50 hezar lîre.”
 
Dayika Zeyneb di dawiyê de got: “Ji ber dorpêçê, ne tûpên gazê û ne jî kehrebe tune ne. Rojê 2 saet tenê kehrebe heye. Ji bo wê, em miqdarên biçûk ên şêraniyê çêdikin. Em nikarin ji urf û adetên xwe dûr bikevin. Ez hêvî dikim ku em cejna xwe li mal û warên xwe pîroz bikin.”