Li Kurdistanê xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin didomin

  • 16:35 19 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê bi coşeke mezin bûroyên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk hatin vekirin, serdana esnafan hatin kirin û pirsgirêkên gel hatin guhdarkirin. 
 
Ji hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Parlamenteran re 26 roj man. Yek ji van partiyên xwe herî xurt ji bo hilbijartinan amade dikin Partiya Çep a Kesk e. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk bênavber dixebitin û coş û enerjiya wan li tevahiya bakurê Kurdistanê belav bûye. Namzet tevli vekirina buroyên hilbijartinê bûn, serdana gel û dikandaran kirin. 
 
Xarpêt 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Xarpêtê jî li taxa Hîcretê buroya hilbijartinê vekirin. Gelek ciwan beşdarî vekirina buroyê bûn. Namzetên Partiya Çepên Kesk Savaş Erdogan û Sultan Yaray axaftinên kurt kirin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê. Jinan û namzetan kurdeleyê birîn û buroyê vekirin. 
 
Meletî 
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Erxevan a Meletiyê bûroya hilbijartinê vekir. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Meletiyê, endam û rêveberên partiyê û gelek şeniyên navçeyê tev li vekirina bûroyê bûn. Beriya vekirina bûroyê girse tevî namzetên parlamenteriyê yên bajêr li navçeya Erxevanê tax bi tax geriyan û gelên navçeyê vexwendin vekirina bûroyê. Şande, ji hêla gel ve bi coş hate pêşwazîkirin. 
 
Gelek şeniyên navçeyê li ber avahiya bûroyê kom bûn. Welatiya alayên Partiya Çepên Kesk li ba kirin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Navçeya Erxevanê bi rengên Partiya Çepên Kesk hate xemilandin û bûroya hilbijartinê di nava çepik, tililî û dirûşman hate vekirin. Piştî axaftinan bûroya hilbijartinê hate vekirin.
 
Amed  
 
Li navçeyên Amedê jî xebatên hilbijartinê bi coşek mezin pêk hat. Namzetên partiyê li Licê û Peyasê serdana gel kir. Namzet û şandeya ku navçeyan xebatên hilbijartinê didomînin bi coş û girsyeke mezin tên pêşwazîkirin. Namzetên partiyê di axaftinên xwe de bal kişandin ser çareseriya pirsgirêkan. Her wiha di xebatan de banga parastina sindoqan û xwedî li derketina dengan hat kirin.
 
Agirî
 
Partiya Çep a Kesk li Diyadin, Eleşkirt û Bazîdê bi gel re civiyan û bal kişandin ser girîngiya 14'ê Gulanê. Di serdan û xebatan de hat diyar kirin ku dê di hilbijartinê de bi ser kevin û dê bibin xwedî bi hêz. 
 
Qers
 
Li Qersê jî coş û kelecana hilbijartinê di nava xebatan de berdewam dike. Namzetên partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de berê xwe dan Zarûşad û Cilawûzê û bi gel re civiyan. Di hevdîtinan de namzetan bal kişandin ser plan û projeyên xwe û pirsgirêkên gel guhdar kirin.