Li Semsûrê buroya hilbijartinê hat vekirin

  • 15:07 19 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
SEMSÛR - Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li Semsûrê di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan de axivî û wiha got: “Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdara AKP-MHP’ê ye. Em ê bi têkoşîna xwe vê desthilatdariya yekperest hilweşînin û pergala jiyana azad û wekhev ava bikin.”
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk berdewam in. Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Semsûrê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Karapinarê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir. Şandeya ku ji Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, namzetên parlamenteriyê, endam û rêveberên partiyê pêk dihat, li ser rêya Kolikê bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştre jî bi konvoyê ber bi cihê bûroyê ketin rê. Şande, li pêşiya bûroya hilbijartinê bi coşeke mezin, bi nîşaneyên serkeftinê, tililî, dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin. 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di vekirina bûroyê de girse bi zaravayê kirmanckî silav kir û bi xêr hatine gel kir. Çîgdem, anî ziman ku sedema kareseta erdhejê îktîdara AKP-MHP’ê ye û wiha got: “Di erdhejê de rastiya dewletê bêhtir derket holê. Weke HDP, Partiya Çep a Kesk û pêkhateyên wê em li qadan bûn. Dewletê ji bilî OHAL'ê tu tiştek neda gel. Gel, hêj jî di bin konan de dijî û dewletê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tu gav neavêtine. Me di coşa gel a xebatên hilbijartinê de dît ku dê îktîdara AKP-MHP’ê têk biçe û pêkhateyên demokratîk bi ser kevin.” 
  
Bi domdarî Çîgdem diyar kir ku ew berdewama mîrateya têkoşîneke demdirêj in û wiha pê de çû: “Dibe ku navê me hêj nû hatibe bihîstin lê em ê serkeftineke nû biafirînin. Em ê li gorî kevneşopiya têkoşîna xwe tevbigerin. Berpirsyarê van karesatan îktîdar e lê bêyî ku şerm bike, li herêmên erdhejê deng dixwazin. Her wiha herî zêde propagandaya xwe li ser kurdan dikin û dibêjin qaşo kurd di dema wan de bi awayekî azad zimanê xwe diaxivin. Lê ew ne lûtfa AKP’ê ye. Ew, encama têkoşîna gelê kurd e. Her destekftiyek encama bedelên giran in. Em ê bi têkoşîna xwe vê desthilatdariya yekperest hilweşînin û pergala jiyana azad û wekhev ava bikin.” 
 
Gelek caran axaftina Çîgdem bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” hate birîn. Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê bi coşeke mezin û bi çepik û tililiyan hate vekirin. Di dema vekirina bûroyê de girseyê bênavber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir.