‘Ji nêrîna li hember hunerê îdianameya bi zorê’

  • 09:04 19 Nîsan 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Di rojên borî de îdianameya der barê rojnamegerên girtî de hatibû amadekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin û rojnameger bi bernameyên hatibûn çêkirin hatin sûcdarkirin. Neşe Toprak jî bi naverokên bernama Nêrîna li Hunerê tê darizandin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 8’ê Hezîranê de 18 rojnameger hatin binçavkirin  û di 16’ê Hezîranê de 15 jê hatin girtin. Îdianameya der barê rojnamegeran de rojên borî de hat temamkirin û şandin 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê. Piştî dadgehê îdianame temam kir şûnde dîroka yekemîn runiştin 11’ê Tîrmehê hat diyarkriin. Di çarçoveya dosyayê de yek ji rojnamegerên tên darizandin Neşe Toprak ya ku pêşkêşvaniya bernameya ‘Nêrîna li Hunerê’ dikir bû.
 
Nûçeyên çand û hunerê sûc e
 
Di îdianameya strana 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya koma muzîkê ya ji jinên ‘Koma Hêviya Jinên Şengalê’ ya di bernameya Neşeyê de cih girtibû sûc hat hesibandin û dîsa nûçeya rapora sansurê ya Platforma Bêdeng Nemîne delîla sûc hat hesibandin. Gelek beşên bernameya ku têde geşedanên der barê qada çand û hunerê cih digirtin di îdianameyê de cih girt. Her wiha hejmara nû ya Newaya Jin bi manşeta Ronesansa Kurd derket. Rojnameyê diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş bi polîtîkayên PDK’ê tên destgirtin. Ev bû delîla sûc. Nûçeya der barê pirtûkxana gerok a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji endamtiya rêxistinê kirin îdianameyê. Dozger ji bo Neşeyê cezayê girtîgehê xwest.
 
Çi bûbû?
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Di 16'ê Hezîranê de Mudura Karê Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Aziz Oruç, Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş û rojnameger Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelik, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geciken, Lezgin Akdeniz û Mehmet Şahin, bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. 
 
Wê rûniştin di 11'ê Tîrmehê de bê lidarxistin
 
Ev 10 meh in di warê lêpirsîna derbarê rojnamegeran de tu pêşketin çênebûbû. Di rojên borî de îddianameya derbarê rojnamegeran de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat qebûlkirin. Wê rûniştina 15 jê girtî 18 rojnamegeran di 11'ê Tîrmehê saet di 09.00'an de bê lidarxistin. Derbarê Mudura Karê Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiye Alagaş de hîn tu îdianame nehatiye amadekirin.