Pervîn Buldan: Oxir be AKP

  • 19:42 18 Nîsan 2023
  • Rojane
EDENE - Li Seyhanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ew ê her derî bi rengê Partiya Çep a Kesk boyax bikin û got: “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Oxir be AKP.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn buldan, di çaçroveya xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk de li Taxa Gulbahçeyê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê tevlî vekirina büroya hilbijartinê bû. Bûldan û şandeya pê re, li tûrnîkeyên Otobana Edeneyê biç epik û tilîliyan hat pêşwazîkirin. Bûldan û şandeya pê re, tevî gelek wesayîtan çûn Taxa Gulbahçe ya Seyhanê. Beriya vekirina buroyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Beriya vekirina buroyê namzetên parlementeriyê yên bajêr yeko yeko hatin nasandin. Vekırına buroyö veguheri mîtîngê.
 
Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce ku girseyê silav kir, destnîşan kir ku dê bi vê coş û biryardayîna gel di 14’ê Gulanê de bi ser bikevin û got ku ew ê Komara Demokratîk ava bikin.
 
‘Em ê AKP’ê bişînin’
 
Paşê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî. Bûldanê girseyê silav kir û got: “Bila tu şik û gumanên kesî tune bin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.” Bûldanê da zanîn ku ew ê di 12’ê Gulanê de li Edene û Mêrsînê mîtînaga fînalê bikin û got ku dê 14’ê Gulanê bibe dîroka guherîn û veguherînê û dê alştî û demokrasi bê vî welatî. Bûldanê bilêv kir ku dê di 14’ê Gulanê de di warê şandina AKP-MHP’ê tercîhek bê kirin û got: “14’ê Gulanê dê ji bo Tirkiyeyê bibe dîroka guherîn û veguherînê. Di 14’ê Gulanê de dê zilm û zorî, bêhiqûqîtî û çewisandinên li vî welatî biçin. Dê demokrasi were vî welatî. Dê aştî bê vî welatî. Dê azadî bên vî welatî. Lewma em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”
 
Prvînê wiha dirêjî da axaftia xwe: “Hevalên hêja em ji niha ve amadekariyên 14’ê Gulanê dikin. Tercîha gele kurd û gelen Tirkiyeyê girîng e. 14’ê Gulanê hilbijartineke girîng e. Gelê Tirkiyeyê û kurd ehlên demokrasiyê ne yan yên faşîzmê ne? Dê denge xwe bidin; em ê vê yeke bibinin. Gelo gele me ehlê polîtîkayên şer an ehlê polîtîkayên aştîxwaz e? Em ê vê bibinin. Liv î welatî hiqûq hat serobinokirin. Li vîş welatî bi qasî sere derziyê jî demokrasî nemaye. Gelê me dê tecriheke girîng bike. Em yeqîn dikin ku dê pirnaiya gel di 14’ê Gulanê de dawî li desthilata 21 salî ya AKP-MHP’ê bîne û wê bişîne. Ji lew re em baş dizanin ku bê vî welatî çawa bi rê ve dibin. Em dizanin bê esnaf, cotkar, jin, ciwan rastî zilmeke çawa tên û bê welat di nava krîzeke çawa de ye. Welatekî ku esnaf serfetihê nakin û cotkar nikarin berên xwe bifiroşin afirandin. Sedema vê krîza aborî û hemû krîzên din tifaqa AKP-MHP’ê ye. Welêt pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Û em careke din soz didin we ku em ê wan bişînin.”
 
Pervînê  bi lêv kir ku ew ê li Edeneyê ji duduyan bêtir parlementeran bişînin meclisê û got: “Înşele em ê bi rayên gele Edeneyê serokkomarê heyî bişînin. Oxir be AKP. Careke dins erkeftin ji bo we. Vê zilm û neheqiya ku li me tê kirin qethiyen jibîr nekin.” 
 
Piştî vekirina buroyê, Pervîn Buldan  û şandeya pê re çûn navçeya Tarsûs a Mêrsînê.