Li Başakşehîrê vekirina buroya hilbijartinê ya jinê: Em ê biserkevin

  • 19:06 18 Nîsan 2023
  • Rojane
STENBOL - Bi sedan jinî li Başakşehîrê buroya hilbijartinê ya jinan a Partiya Çep a Kesk vekir. Jinan bi coşek mezin diyar kirin ku wê desthilatdariyê bişînin û wê teqez biser kevin. Her wiha jinan peyama wê tu car dest ji pergala hevserokatiyê û azadiya xwe bernedin.
 
Partiya Çep a Kesk li navçeya Başakşehîr a Stenbolê li taxa Guvercîntepe bi tevlibûna namzetên jin yên herêma sêyemîn  buroya hilbijartinÊ ya jinan hat vekirin. Dayikên Aştiyê, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum,, hevserokên Komeleya Piştevaniya Kesên Xizmên Xwe Winda kirine  (ANYAKAYDER) û bi sedan jin tevli bûn. 
 
Hevseroka HDP’a Başakşehîrê Atîke Tarhan di vekirinêde axivî û diyar kir ku hilbijartin ji bo wan gelek girîngin û divê bi hişmendî xebatên xwe bimeşînin. Atîkeyê da zanîn ku ger jin bixebitin wê teqez biserkevin. 
 
‘Li dijî tifaqa Talîban Jin jiyan azadî’
 
Parlmanetera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî axivî û wiha got: “Em xebatên xwe bi awayekî xurt bimeşînin. Em ê di hilbijartinan de biserkevin û dawî li desthilatdariyê bînin. Li dijî vê tifaqa Talîban ya hatiye avakirin em dibêjin ‘jin jiyan azadî’. Em ne dest ji hevserokatiyê ne jî dest ji azadiya xwe berdidin.”
 
Piştî axaftinan buro bi coş û govendê hat vekirin.