Komeleya Dema Jinê rapora xwe aşkera kir

  • 15:46 18 Nîsan 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Komeleya Dema Jinê rapora xwe ya 6 mehan aşkera kir û got: "Qanûna 6284'an nehat sêpandin û ji ber vê jî gelek jinên ku bi şîdetê re rûbirû mayî ji neçariyê vegeriyan li malên xwe." 
 
Komeleya Dema Jinê, Rapora Navendê ya Piştevaniyê aşkera kir. Rapora ku ji tebaxê 2022'yan heta çileya 2023'yan hatî amade kirin bal kişand ser qanûna 6284'an û binpêkirina mafê jinan.
 
Di raporê de wiha hat gotin: 
 
"Bi taybetî jin ji ber sedemên fikar, bêçaretî, bêewlehî, şerm, tirs û tenêtiyê serî li komeleyê didin û piştgiriya derûniyê daxwaz dikin. Jin herî zêde nikarin şîdeta derûniyê tarîf bikin û wekî şîdet binav bikin. Sedema bêdengiya jinan a li hemberî şîdetê ji ber zextên civakî ye.
 
Xwegihandina rêya hiqûqî ya jinan her ku diçe zehmettir dibe. Jinên ku di çarçoveya qanûna 6284'an serlêdan dikin bê bersiv tên hiştin. Ji ber vê sedemê jî neçar dimînin ku vegerin li malê. Dosyaya jinên ku êrişkaran gilî dikin jî bi fikar in. Fikara wan jî pêknehatina darizandineke adilane û bêalinebûna darazê ye. Li ser vê esasî jin serî li komeleya me didin. 
 
Her wiha mekanîzmayên dewletê li hemberî pirsgirêkên aborî û civakî pergalek pêş nexistiye û bêtir pirsgirêkan kûr dike. Ji ber xwedîkirina zarokan neçar dimînin ku dev ji kar berdin ev tişt bi serê xwe şîdeta aboriyê ye. Destûrdayîna xwedîkirina zarok û pitikan a ji bo dayikan tê wateya fermîkirina pergala patriyarkalê.
 
Di şer, qirkirin, qeyrana gerdûnî û qadên jiyanê de herî zêde jin bi şîdetê re rûbirû dimînin. Serê ewilî jin tune tên hesibandin, ji kar tên derxistin û ji malê tên hepskirin. Çend zîhniyeta serdest a mêr asta şîdetê zêde kir, jin jî li hemberî vê yekê alternatîfên xwe yên jiyanê mezin kir û rê û rêbazên xwe firehtir kir.
 
Li dijî her cureyên şîdetê, heta bi dawîkirina şîdetê em ê her têkoşînê bidin û em nasekînin. Em ê ji bo jinan polîtîkayên cuda biafirînin, em ê  mekanîzmayên ku bi nêrîna jinê mijaran dinêre pêş bixin. Em tu carî dev jî piştevaniya jinê bernadin."