Erdhejzedeyan buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk vekirin

  • 15:46 18 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
MEREŞ - Partiya Çep a Kesk li Bazarcixê ji konteyniran buroya hilbijartinê vekir. Jinên erdhejzede bi dirûşma "Jin jiyan azadî" buro vekirin. 
 
Di erdheja 6'ê sibatê ya Mereşê de dewlet têk çû. Bi piştevaniya gel, gel li ser piya ma. Niha birîn bni Partiya Çep a Kesk tê pêçandin. Li Bazarcixa piştvaniyeke mezin a gel derket pêş Partiya Çep a Kesk buroya hilbijartinê vekir. 
 
Gelek erdhejzede tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn û piştevaniya xwe ya ji bo Partiya Çep a Kesk eşkere kirin. Ji namzetên parlamenteriyê yên Mereşê Ayşegul Demiroglu û Huseyin Eroglu her wiha parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan û Zeynel Ozen tevlî vekirinê bûn. 
 
'Ew ê ev gel di hilbijartinê de bersivê bide îktidarê'
 
Di vekirinê de govend hat gerandin. Namzet hatin nasandin. Fatma Kurtulan piştre axivî û got sedema karesatê AKP-MHP ye. Fatma diyar kir ku ew ê ev gel di hilbijartinê de bersivê bide îktidarê. 
 
Namzeta Mereşê: Em ê bidin guhertin
 
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Ayşegul Demiroglu bang kir ku herkes li sindoqan xwedî derkevin û got azadî û demokrasiyê Çep a Kesk ava dike, em ê bidin guhertin.
 
Erdhejzedeyan buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk vekirin
 
Piştre qurdeleya buroya îrtibatê hat jêkirin. Jinên erhejzede û namzeta parlamenteriyê ya Mereşê Ayşegul Demiroglu bi dirûşma "Jin jiyana azadî" qurdele jê kirin.