Partiya Çep a Kesk li Çukurovayê ye: Wê AKP here

  • 15:37 18 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
EDENE - Di hevdîtina gel a Partiya Çep a Kesk a Ceyhanê de gelek kes bi tilîlî, çepik û govendê derketin pêş. Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan li vir axivî û got:"Kesên ku meseleya kurd çareser neke wê bi xwe winda bike. AKP'ê çareser nekir loma ew ê here."
 
Partiya Çep a Kesk li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hevdîtina gel pêk anî. Namzetên parlamenteriyê yên Edeneyê,  Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Avakirina Ji nû ve ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, rêveberên Partiya Çep a Kesk û gelek kes tevlî hevdîtina gel bûn. 
 
Şande bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin. Li Kuçeya Kuçukkirim hevdîtin pêk hati û namzet li vir hatin nasandin. 
 
Canan Yuce li vir da zanîn hilbijartinên 14'ê Gulanê dîrokî ne û got ew ê bi ser bikevin û AKP wê têk biçe. 
 
'Her bêhiqûqî kirin'
 
Pervin Buldan diyar kir ku wê di 14'ê Gulanê de AKP here û got:"AKP-MHP her bêhiqûqî, êriş û zextê dike. Gelê kurd li vî welatî dixwaze zimanê xwe bi awayekî azad biaxive lê belê îktidar polîtîkayên asîmîlasyonê li ser kurdan ferz dike. Her neheqî, zilm û zordestî kirin. Hûn kurdan înkar bikin jî nekin jî kurd hene. Kesên ku meseleya kurd çareser neke wê bi xwe winda bike. AKP'ê çareser nekir loma ew ê here. Em ê faşîzma AKP-MHP'ê bişînin. "
 
Piştî hevdîtina gel şande derbasî vekirina buroya jinê ya li Taxa Firatê ya navçeya Seyhanê bûn.