Bi munasebeta cejna Çarşema Sor li Helebê çalakî hat lidarxistin

  • 14:07 18 Nîsan 2023
  • Rojane
 
HELEB - Bi munasebeta cejna Çarşema Sor a destpêka sersala Kurdên êzidî li taxa Şêxmeqsûdê çalakî hat lidarxistin. 
 
Cejna Çarşema Sor anku sersala Kurdên êzidî li gorî salnameye rojhilatî di destpêka Nîsanê de ye. Ev meh, ji mehên salê yên herî pîroz e ku destpêka avabûna giyanê jiyanê ya hemû zindiyan e. Her sal di vê mehê de jiyan nû dibe. Bi munasebeta cejna Çarşema Sor a destpêka sersala Kurdên êzidî li taxa Şêxmeqsûdê çalakî hat lidarxistin. 
 
Li Navenda Êzdiyan a Taxa Şêxmeqsûdê çalakî hate çêkirin. Di çalakiyê de bi rengên cuda hêk hatin boyaxkirin û ciwanan stran gotin. 
 
Piştî gotina stranan çalakî bi dawî bû.