TEV-DEM: Çarşema Sor nîşana wekheviyê ye

  • 11:44 18 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê cejna Çarşema Sor ya kurdên êzidî pîroz kir û ev bang kir; “Em bang li hêzên siyasî, nîştimanî û kurdistanî, her wiha rêxistinên hiqûqî û sivîl dikin ku vîna xweseriya demokratîk  li Şengalê biparêzin."
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê cejna Çarşema Sor pîroz kir û bang li hemû hêzên Kurdistanî û rêxistinên hiqûqî kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê biparêzin.
 
Di peyamê de wiha hate gotin: “Em cejna Çarşema Sor a destpêka sersala kurdên êzidî li gelê xwe yê kurd, bi taybet li êzidiyan pîroz dikin. 
Her wiha em vê cejnê li Rêber Abdullah Ocalan jî pîroz dikin ku bi rêya felsefeya xwe ev ola kevnar a dîrokî di nav civaka Kurdistanê û gelên herêmê de vejandiye. Dîsa jî vê cejnê li hemû malbatên şehîdan û gerîlayan pîroz dikin.
 
Çarşema Sor nîşaneya wekheviyê ye
 
Cejna Çarşema Sor an ku sersala Kurdên êzidî li gorî salnameye rojhilatî di destpêka Nîsanê de ye. Ev meh, ji mehên salê yên herî pîroz in ku destpêka avabûna giyanê jiyanê ya hemû zindiyan e. Her sal di vê mehê de jiyan nû dibe. Cewhera Çarşema Sor di herdu aliyên dîrokî û neteweyî de xwedî wateyên dîrokî yên mezin e. Çarşema Sor nîşana rêzgirtina hevbeş, wekhevî, edalet, aştî, jiyana hevbeş û wekheviya pêkhateyên herêma Mezopotamyayê ye, tam wek rewşa Kurdistanê û tecrubeya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
 
Vîna kurdên êzidî tê binpêkirin
 
Di demekê de ku gelên herêmê Çerşema Sor pîroz dikin, civaka êzidî ya berxwedêr a li Şengalê bi êş û zehmetiyan re rû bi rû ye. Ji ber ku dorpêçek li ser vîna Êzidiyên li Şengalê hatiye ferzkirin, vîna bi sed hezaran êzidiyên di nava kampên girêdayî PDK`ê de tê binpêkirin. Desthilata Başûr, nahêle êzidî vegerin Şengala rizgarkirî. Em vê wek binpêkirina mafên civaka êzidî û têkbirina vîna wê dibînin.
 
Em vê minasebetê li hemû gel û pêkhateyên herêmê di serî de vê cejnê li Kurdên êzidî pîroz dikin. Em bang li hêzên siyasî, nîştimanî û kurdistanî, her wiha rêxistinên hiqûqî û sivîl dikin ku vîna xweseriya demokratîk a êzidiyên li Şengalê biparêzin û rê li pêşiya siyasetên li dijî mafên êzidiyan bigirin.”