Partiya Çep a Kesk li gelek navendan bi gel re hevdîtin kir

  • 16:42 17 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nanzedên Partiya Çep a Kesk ku li gelek navçe û bajarn di çarçoveya xebatên hilbijartinê de xebatên xwe didomînin û buroyên hilbijartinê vedikin li gelek navendan bi gel re hatin cem hev. Namzedên Partiya Çep a Kesk ku li navçeya Qaqizmanê bi coş hatin pêşwzîkriin bi dirûşam "Qaqizman ya me ye" piştgirî ji wan re hat dayîn.
 
Partiya Çep a Kesk ku xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bê navber didomîne, li navçeya Qaqizman a Qersê buroya hilbijartinê vekir.  Partiy ku bi bi konvoyekê ket navçeyê ji aliyê şêniyên navçeyê ve bi girseyî hat pêşwazîkirin. Heyeta ku namzedên parlamenteriyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sertaç Çelîkkalelî di nav de bûn bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Qaqizman ya me ye" hat pêşwazîkirin. Li Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sertaç Çelîkkalelî axivîn
 
Dê gel ji Îqtîdarê hesap bipirse
 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî.ç Gulîstanê di serî de girse silav kir û got, "Wê îqtîdara AKP'ê ya 22 salan di 15'ê Gulanê de bi dawî bibe. Wê gelê Qersê hesap ji îqtîdarê bipirse û em ê bi Partiya Çep a Kesk dawî li xizanî, neheqiyê bînin. Em ê bi gelê xwe re deawî li vê pergalê bînin û em heqê xwe helal nakin. Em ê di 15'ê Gulanê de govenda serkeftinê bigerînin."
 
'Qeyûm îstifa bike'
 
Dema ku Hevşaredara Qersê ya li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Şevîn Alaca axivî gel dirû, "Qeyûm Îstîfa" berz kir. Piştî vekirina buroyê gelê govend gerand û namzedan jî serdana esnafan kir.
 
Amed 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça, Serhat Eren, Azad Bariş û rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên Amedê li navçeya navendî Peyasê serdana dikandaran kirin û vexwendameyên beşdariya ji bo şahiya sibê êvarê li Amedê pêk were jî belav kirin. Şandeya namzetan ji aliyê dikandaran û xelkê ve bi dilgeşî hatin pêşwazîkirin û li pirsgirêkên dikandaran guhdar kirin. 
 
Namzet dikan bi dikan geriyan û dikandaran jî ji wan re got êdî ew guhertinê dixwazin û 100 parlamenter têrê nakin divê bi 120 parlamenteran biçin Meclisê. 
 
Dikandarek jî namzetan re got: “Êdî şikandina ampûlan şert e.” Dikandarek din jî got: “Me qedandin. Vê pergalê me qedand. Em êdî tabûyên wan hilweşînin û em tên.” 
 
Namzetan paşê serdana Bazara Taxê ya Peyasê kirin. Namzet li vir jî ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Welatiyan destnîşan kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de ji vê îktidarê rizgar bibin. 
 
Hezro 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Navçeya Hezroyê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundên Barkû, Girseler, Xecikan û Qûvercînê yên navçeyê kirin. Rêveberên partiyê mal bi mal serdanan kirin. Rêveberiyên partiyê belovan li gel belav kirin û xelkê gund jî bo coş rêveberan pêşwazî kir. 
 
Meletî 
 
Partiya Çepên Kesk ku xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bê navber didomînê di çerçoveyên hilbijartinê de li navçeya Yazihan a Meletiyê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Meletiyê, endam û rêveberên partiyê û gelek welatiyên navçeyê tev li vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroyê girse tevî namzetan ve li navçeya Yazihanê serdana dikandaran kirin û ew vexwandin vekirina buroyê. Şande ji aliyê dikandaran ve bi çoş hat pêşwazîkirin. Di şahiya zarokan de coşa zarokan xwe jî balê kişand ser xwe. Girse dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir. 
 
Namzed li qadan bûn
 
Di vekirina buroyê de namzeta parlamenteriyê ya rêza yekemîn Perîhan Yucekaya axivî û bi lêv kir ku ew ji roja erdhejê ve li cem gelê Meletiyê bûnê û wiha got: "Me maseya krîzê ava kir û em li hemû bajaran ku erdhejê lê çêbûn li cem gelê xwe bûn. 6 namzetên parlamenteriyê yên Meletiyê jî li qadan bûn. Em di heman deme de têkoşîna jinan didin ji ber wê jî namzeta parlamenteriyê ya rêza yekemîn jin e. Ji bo ku hemû kes li welatê xwe bi awayekî azad bijî pediviya me bi piştgiriya we heye. Em hêza xwe ji gelê xwe digrin. Heta niha gelek partiyên me hatin girtin lê em ranewestiyan em her tim li cem gelê xwe bûn."
 
Piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” buroya hilbijartinê hat vekirin.
  
Colemêrg
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê Vezîr Parlak, Oznûr Bartin û Onûr Duşunmez li gel rêveberên partiyê serdana gundên Gêman, Aşût û Zavîtê yên bi ser navçeya Çelê ve kirin û bi xelkên gundan re civiyan. 
 
Tekîrdag 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Tekîrdagê jî xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dike. Namzetên parlamenteriyê yên Tekîrdagê Muazzez Orhan Işik, Seyîthan Kirmizi û rêveberên Partiya Çpên Kesk û HDP’ê serdana Komeleya Qersiyan kirin. 
 
Rêveberên komeleyê şandeyê pêşwazî kirin. Muazzez Orhan li vir axivî û da zanîn ku ew ji bo dozek mafdar a gelê kurd têdikoşin û xwest her kes tev li xebatên wan bibe û ew ê bi ser bikevin.