Jinên Reqayê êrişên li dijî xwendekarên Rojhilat-Îranê şermezar kirin

  • 16:41 17 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê êrişên bi gazên jehrî yên li dijî xwendekarên Rojhilatê Kurdistan-Îranê şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo serhildana Jin, Jiyan, Azadî nîşan da.
 
Yekîtiya Jinên Ciwan têkildarî mijarê li cihê dîrokî “Bab Bexdad (Deriyê Bexdayê)” ê li rojhilatê Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Xilûd Mihemed ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên hegemonîk hewl didin ku jinan lawaz bihêlin û dûrî hemû qadên jiyanê bixin.
 
Di dewamiya daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser zextên dewleta Îranê ya li dijî serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê  û hat gotin: “Vê serhidlana bi pêşengtiya jinan li cîhanê deng veda.”
 
Di dewamiya daxuyaniyê de êrişên bi gazên jehrî yên li dijî xwendekarên keç hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ev ne cara yekemîn e ku bûyerên bi vî rengî çêdibin. Rejîma Îranê hewl dide jinan bêdeng bike da ku tirsê bixe nava dilê xwendekarên ku beşdarî serhildanê dibin.”
 
Yekîtiyê di dawiya daxuyaniyê de piştevaniya xwe bi serhildana bi pêşengiya jinan re nîşan da û got: “Dê sedsala 21'emîn bibe sedsala azadiya jinan.”