Partiya Çep a Kesk li Hatayê ye: Em ê hesabê bipirsin

  • 16:26 17 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
HATAY - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk, li navçeya Defneyê civîneke gel li dar xistin, diyar kirin ku 14'ê Gulanê wê bibe roja hesabpirsînê. 
 
Partiya Çep a Kesk, li gelek navendên Hatayê kolan bi kolan, kon bi kon digerin û xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Partiya Çep a Kesk li taxa Çekmece ya navçeya Defne ya Hatayê civîna gel li dar xist. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Ji nû ve avakirina Sosyalîst (SYKP) û Platforma Hevgirtina Sosyalîst (SODAP) û namzetên Partiya Çep a Kesk a Hatayê Kerem Nalbant, Şîrîn Nûr Vural û Semîh Aksakal beşdarî civînê bûn. 
 
Namzet Şîrîn Nûr Vural bal kişand ser hilbijartinê û wiha axivî: "Vê erdhejê nîşanî me da ku tu qîmeta mirovan nîne. Ew li pey armancên qezencê digerin dema ku ew her roj yek bi yek kêm dibin. Dem dema hesabê pirsînê ye. Em ê ji felaketa AKP’ê rizgar bibin. Werin em ji bo siberoja xwe di 14'ê Gulanê de li ser sindoqan bin."
 
Namzet Kerem, ji bal kişand ser erdhejê û got: "Em ê di 14'ê Gulanê de hesabê bipirsin. Em arman dikin ku 100 parlamenter biçin parlamentoyê û bibin hêviya gelan. Em dibêjin êdi bes e mafê gotinê ya gel e. Em ê bi hev re bi ser kevin." 
 
Endama Meclîsa Tenduristiyê ya HDP'ê Leyla Kalin, axivî û da zanîn ku niha jî gengeşiyeke mezin heye û wiha bi lêv kir: "Niha rantek mezin heye. Helwesta ku ji bo cenaze derxistinê nehatiye nîşandan niha ji bo rakirina kavilan tê nîşandan. Ev tişt hewldana veşartinê ye. Bi hezaran welatî niha li konbajaran û konteyniran hatin bicihkirin. Pirsgirêkên tualet û serşûştinê hêj jî nehatine çareserkirin. Em ê di 14'ê Gulanê de îstîdara siyasî bavêjin çopê."