Li Rojhilat û Îranê çalakiyên xwendekarên zanîngehan didomin

  • 14:03 17 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li zanîngehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwendekar li dijî zextên dewletê, ferzkirina hîcabê û jehrîkirinê çalakiyên xwe didomînin.
 
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, didome. Dewleta Îranê ji bo ku dawî li serhildana bi pêşengiya jinan bîne, rê û rêbazan bi kar tîne.
 
Herî dawî hikumeta Îranê ragihandibû ku dê bi kamerayan ‘hîcaba mecbûrî’ kontrol bikin û ev yek xist meriyetê. Di heman demê de bi hinceta ku tê de li gorî hîcabê tev negeriyane, zêdetirî 150 saziyên bazirganiyê girtin.
 
Li hemberî van zextan jî çalakî bê navber dewam dikin.
 
Di rapor û dîmenan de ku malpera Iran International weşandine, xwendekarên Fakulteya Psîkolojiyê ya Zanîngeha Tehranê duh li dijî sepandina hîcabê (tesettûr) û zextên giran ên dewletê yên li dijî xwendekaran xwepêşandan li dar xist.
 
Xwendekaran pankartên "Rewşa Îranê xirab e, melalî bi hîcabê difikire" û "Ber bi azadiyê ve" hildan.
 
Li Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Tehranê jî xwendekaran li dijî ferzkirina hîcabê û jehrîkirina xwendekarên keç çalakî li dar xistin. Xwendekaran pankartên "Xwendekarên keç hatine jehrîkirin, mamoste di girtîgehan de ne, lê serketina wan a yekane hîcab e."
 
Li gorî malpera Iran International, li Zanîngeha Yezdê jî xwendekara bi navê Zehrar Rehîmî ji ber serokê zanîngehê heqaret lê kir, ji ser hişê xwe çû û rakirin nexweşxaneyê.