ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 17 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*Dosya Nadîra Kadîrova 3 sale li DDB’ê tê sekinandin û gumanbarê sereke yê parlamenterê AKP’î Şîrîn Unal ji bo dema nû namzet nehat nîşandan. Bal li ser biryara DDB û darizandina Şîrîn Unal e.
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Çep a Kesk Meryem Gulbudak da zanîn ku Tifaqa Cumhur ku destkeftiyên jinan hedef digire, mutabiq e ku qanûna 6284 rake û Tifaqa Mîllet jî di metna xwe de cih nedaye Peymana Stenbolê. Meryemê bang li hemû jinan kir ku dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk. DÎMEN HEYE
 
*Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Namzeta Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, derheqê pêvajoya hilbijartinê de axivî û got: “Tifaqên nekaribin li ser tecrîda girankirî biaxivin nikarin dengên kurdan bixwazin. Xeta demokratîkbûyînê ya herî berbiçav nêzîkatiya li hemberî birêz Ocalan e.” DÎMEN HEYE
 
*Li Dêrsîmê ku wê sê namzetên din di hilbijartinan de têbikoşin, namzeta Partiya Çep a Kesk Ayten Kordu ji jinan piştgiriya tam girt. Jinên Dêrsîmê diyar kirin ku wê li dora namzetên jin bibin xelek û teqez bi ser bikevin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Mîrîam Fîedîng a di heyeta ku hat serdana Tirkiyeyê de cih girt wiha got: “Divê Ewropa êdî bizanibe hikûmeta Tirkiyeyê nabe dost. CPT neçar e agahiyê bide me hemûyan. Ne pêkan e ev agahî wek sir bên veşartin. Niyeta Tirkiyeyê tune ye agahiyê bide me. Lê hewcedariya me heye em agahiyê bigirin.” DÎMEN HEYE
 
*Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya ya bi salan e li dijî tundiyê têdikoşe got ew ji rêhevaltiya jinê hêzê digire û ew ê bi jinan bi ser bikevin. DÎMEN HEYE