Li Amedê xwarina fitarê hat dayîn

  • 21:41 16 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED - TJA’yê li Amedê, MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê jî li navçeya Bismilê xwarina fitarê dan. 
 
Li Amedê di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li taxa Şemsîler a navçeya Yenîşehîrê bi navê Sifreya Erdê xwarina fitarê hate dayîn. Li xwarinê namzetên parlemeteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Sorgul Aytek, Ceylan Akça, Adalet Kaya, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Hasîbe Yazdik, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, MEBYA-DER , Komelaya Jinan a Rosayê ji di nav de gelek welatî amade bûn. 
 
Kesên li xwarinê amede bûn û namzetên parlementeriyê yên Partiya Çep a Kesk piştî xwarinê ji bo civîna gel çûn Taxa Selahaddîn Eyyûbî ya navçeya Rezana Amedê. 
 
Li Bismilê jî hat dayîn
 
Li navçeya Bismila Amedê jî di pêşengtiya MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê de xwarina fitarê da. Malbatên ku zarokên wan di dîrokên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dan, endamên MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk Adalet Kaya, Sevilay Çelenk, Halîde Turkoglû, Cengîz Çandar, Azad Bariş û Mehmet Emîn Aktar, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hayrettîn Altûn, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên HDP’ê û DBP’ê yên navend û navçeyan, Hevşaredarên Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Ozer ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, Komeleya 78’an û bi sedan welatî beşdar bûn.