Ji bi biryarin deshtilatdariyê bişînin: Em ê vê pergalê biguherin

  • 18:34 16 Nîsan 2023
  • Rojane
STENBOL- Jin bi Hevre Xurtin bi şîara ‘Wê dijminê jinan biçin, serhildana jinan biguhere’ li Kadikoy li ber Îskeleya Emînonu çalakî pêk anî. Bi sedan jin di çalakiyê de hatin gel hev û diyar kirin ku wê desthilatdariya AKP-MHP’ê di hilbijartinan de bişînin. 
 
Jin bi Hevre Xurtin li Kadikoy li ber Îskeleya Emînonu çalakî pêk anîn. Jinan pankartên  ‘Em ê dîkatoriyê bixînin’ vekirin. Di çalakiya ku coşa jinan derket asta jor de jinan bi saetan govend gerandin û dirûşme berz kirin. Li ser navê ‘Jin bi Hevre Xurtin’ Zeynep Demîrkol axivî û nameya nivîsîbûn xwend.
 
Di nameyê de wiha hat gotin: “Tiştên îsal hatin jiyîn bandor li ser me hemÛyan kir. Kuştinên jinan, gotinên nefretê binpêkirin. Li dijî vê em di serhildanê de bûn. Bi vê serhildanê em ji bo avakirina jiyanek nû bang li we dikin. Hemû jin li dijî feshkirina Peymana Stenbolê di serhildanê de bûn. Hun jî li dijî kesên ku qanûna 6284 dikin alava hilbijartinê bi hêrsin. Hun jî li dijî tundiya mêr serî hil didin. Hun jî sûcên desthilatdariyê dizanin. Li dijî vê desthilatdariyê tehemul tuneye.”
 
‘Hêza me ya biguhere heye’
 
Zeynebê di berdewamiyê de da zanîn ku tehemula wan nemaye û hêza wan ya guhertinê heye heta niha têk çûne û xwe nedane alî. Zeynebê got di vê pêvajoya krîtîk de sernavên lezgîn nîqaş kirin û wiha derxistine pêş:
 
*Piştî erdhêjê barê jinan giran bûye. Em ê hesab ji kesên ku pêşî li tundiya mêr nagirin bipirsin.
 
*Em ê destur nedin xespkirina mafê jinan, em ê destur nedin ku li jinê ‘jina makul, zarokan bînin’ ferz bikin.
 
*Em fezkirinên ahlaqî yên dijminahiya LGBTÎ ferz dike qebûl nakin.
 
*Em li dijî tundî û globalkirinê têdikoşin. Bêdeng namînin. Hawira tirsê qebûl nakin.
 
*Emê her tim li dijî polîtîkayên şer bin.
 
*Em ê destur nedin ku keda jinê bê binpêkirin. Em ê dsetur nedin polîtîkayên zextê û li dijî vê têbikoşin.
 
Em ê jiyana azad bi hev re ava bikin.”