Li Îranê sepanên serîgirêdana bi zorê ketin meriyetê

  • 14:09 16 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hikumeta Îranê ragihandibû ku wê bi kamerayan "serîgirêdana bi zorê" kontrol bikin. Ev pêkanîn ket meriyetê.
 
Hikumeta Îranê ragihandibû ku wê serîgirêdana bi zorê bi kamereyan kontrol bikin. Ev pêkanîn ket meriyetê. Ew jinên ku di bin zorê de serê xwe girêdidin dema ku serê xwe  vekin dadgeha ceza ragihand ku  ji 1 sal heta 10 salan wê cezayê girtîgehê li wan bê birîn û wê nikaribin mafê îtirazkirinê jî bi kar bînin.
 
Li gora ajansa fermî ya Îranê Farsê li dijî kesên ku li kolanan, cihê kar û di erebeyan de li gor quralên serîgirêdana bi zorê tevnegerin sepana ku amadekirine wê ji 15’ê Nîsanê û pêve bikeve meryetê.
 
Wê hişyarî bi rêya telefonan bikin
 
Hat diyarkirin kesên ku rêziknameyê tevnegerin ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve bên teşhîskirin bi rêya peyamê dê hişyarî ji telefonên wan re bê şandin û kesên ku guh nedin hişyariyê jî dê tedbîrên hiqûqî derbarê wan de bên girtin.
 
Derbarê mijarê de alîkarê serdozgeriya giştî ya Îranê Abdussamad Hurremabadi, daxuyanî da û diyar kir ku yên ku quralê serîgirêdana bi zorê îhlal bikin wê di dadgeha ceza de werin daarzandin û wê li hemberî biryara ku dadgehê daye neye îtirazkirin.
 
Abdussamad Hurremabadi da zanîn ku cezayê teşwîqkirina vekirina serî ji yên ku quralê serîgirêdana bi zorê binpê dike gelek girantir e û got: “Ev kes wê li gora qanuna ceza xala 639, ji cezayê teşwiqkirina xirakirinê ji salekê heta 10 salan wê bi cezayê girtîgehê were cezakirin, ji ber vê jî dadgeh yên ku kesan teşwîqî vekirina serê wan bike ev cezayên ku me di jor de rêz kirine dê li wan bên birîn.”