Rojnameger Habîbe binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nivîsî

  • 12:37 16 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegîhana me ya girtî Habîbe Eren, diyar kir ku li Girtîeha Jinan a Sîncanê înfaza 14 girtiyan hatiye şewitandin û binpêkirinên mafan ên li dijî Berdevaka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan ku pê re sewkî heman girtîgehê hatiye kirin nivîsî. 
 
Nûçegîhana me Habîbe Eren a ku li gel 15 hempîşeyên xwe di 29'ê Cotmehê de hat girtin ji rojnameya Yenî Yaşamê re name şand. Habîbe di nameya xwe de binpêkirinên mafan ên li dijî Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) vegot.  Herwiha Habîbe binpêkirinên mafan ên li dijî wan hatin kirin jî di nameya xwe ragihandin.
 
Nameya Habîbeyê ya ku di kuncika bi navê "Îçerîden (Ji hundir) hat weşandin wiha ye: "“Weke hûn jî dizanin Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê sirgûnî vêderê hat kirin. Em niha di heman qawîşê de ne. Ayşe Gokkan a ku jê re ji aliyê girtîgehê ve hat gotin di 1'ê Adara 2023'an de hatiye sirgûnkirin nexweşa tansiyona bilind e. Dema ku  bi rê de anîne, tansiyona wê bilind bûye û derketiye 19'an. Tevî metirsiya ku dikaribû xwîn biketa ser mêjî jî, bêyî ku tu tedbîran bigirin û bê kontrolkirina tenduristiyê, destê wê bi hucreyeke biçûk ya rîngê kelepçe kirine û bi wî rengî derketine rê. Piştî ku Ayşe di rê de nexweş dikeve wê radikin nexweşxaneya Meletiyê; Lê ji ber erdheja ku êdibe, bi lez û bez ji wir jî dibin. Dema ku tên nêzî Qeyseriyê tansiyona wê di hundir rîngê de dipîvin û tê dîtin ku tansiyona wê bilinde. Herî dawî xwîn ji pozê wî tê. Li gel ku bijîşk dibêjin, 'Eger xwîn ji pozê wê hatibe ev xeter e' dîsa rêwîtî dewam dike. 
 
Gişî kir
 
Paşê, ew ê ji bo demeke kin dibin nexweşxaneyeke li ser rê û hebekê didinê. Vê rewîtiyê 18 saetan dewam kiriye. Ayşe Gokkan der barê rêveberiya girtîgehê, midûr û leşkerên ku ji emniyeta sewkiyatê berpirsyar in de gilî kiriye. Min xwest bi rêya we vê mijarê bînim rojeva raya giştî.
 
Binpêkirinên mafan
 
Li vir xwarina vejeteryana jî nayê dayîn.  Mehekê dernexistine sohbetê. Tenê carekê derxistine werzîşê. Gotin qedexeya wê ya hevdîtinê heye, destûr nehat dayîn ku bi parlamenter Fatma Kurtulan re hevdîtinê bike. Faksa bi kurdî ya ku ji Girtîgeha Bûnyanê re şandibû piştî salekê ji xwediyê wê re hat dayîn. Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî, ji bo fotokopiyên serlêdanên fermî yên girtiyan pere tê xwestin. Kovarên ku berê dişandin girtîgehê, êdî nadin me.
 
Înfaza 14 girtiyan şewitandin
 
Li vir bi giştî înfazên 14 girtiyan şewitandin. Girtiyên ku înafzên wan hatine şewitandin navê wan wiha ye: Nedîme Yaklav, Sermîn Demirdag, Mukaddes Kubilay, Zeynep Bîngol, Sedef Demir, Sabite Ekinci, Rojdan Erez, Dîlan Playas, Berrîn Sari, Jiyan Ateş, Hanim Yildirim, Ozlem Demir, Rozerîn Yildiz e..."