‘Bi pêşengiya jin û ciwanan dê bi ser kevin'

  • 09:02 16 Nîsan 2023
  • Ramyarî
Sema Çaglak 
 
SÊRT - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Sêrtê Emîne Aşkara diyar kir ku xebatên hilbijartinê yê li Sêrtê bi coşekê mezin berdewam dike û got: "Di Newrozê de ciwanan rengê xwe diyar kir, di hilbijartinê de jî rolek wan a diyarker heye. Em ê bi pêşengiya jin û ciwanan bi ser kevin."
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên hilbijartinê didomin. Partiya Çep a Kesk jî li Sêrtê zend û bendê xwe bada û gund bi gund, navçe bi navçe û tax bi tax xebatên xwe didomîne. Ligel xebatan coşa gel jî hêzek mezin dide xebatkaran. 
 
Derbarê mijarê de Hevberdevka Partiya Çep a Kesk yê bajarê Sêrtê Emîne Aşkara ji ajansa me re axivî. 
 
‘Gelê me xwe birêve dibe’
 
Emîne, diyar kir ku Partiya Çep a Kesk hemû gelan di nav xwe de dihewîne û wiha axivî: “Bi dehan partiyên me hatin girtin lê hertim şûna wê me partiyek nû ava kir. Her çiqas li hemberî siyaseta kurd êrişên kirin jî nekarîn ew xeta fikr û felsefeya partiyê tune bikin. Gelê me jî dizane xwe bi rêve bibe. Rengê wê jî di Newroz û 8’ê Adarê de hate xuyakirin.”
 
‘Bawerî bi serkeftinê heye'
 
Emîne, bilêv kir ku li Sêrtê xebatên hilbijartinê bi coşekê mezin bênavber berdewam dike û got: “Li Sêrtê jî di aliyê hilbijartinê de atmosfereke germ heye. Divê hemû kes bîr û baweriya xwe bixe yek û bizanibe ku Partiya Çep a Kesk vî desthîlatdariyê bişîne. Ji ber ku ev hilbijartin hebûn û nebûna me ye. Herkes rola xwe dilize û bawerin ku serkeftin ya me be. Partiya Çep a Kesk bi xwe re guhertinên xweş bîne. Ji aliyê jinê ve wekheviyek bîne. Ji ber ku di heman demê de partiya me partiya jinê ye. Her wiha di aliyê hiqûq û edaletê de jî hêvî û idîayên me hene.”
 
'Xebatên me berdewam dike' 
 
Emîne di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên hilbijartinê: "Encama hilbijartinê di vekirina bûroyan de xwe diyar kir û Heya niha me 2 bûroyên xwe vekir û dê ev vekirina bûroyên me berdewam bikin. Li Sêrtê ereb, tirk û kurd hemû di nav hev de ne. Ligel wê bi salan e li Sêrtê em jiyanek wekhev dijîn. Lê li Sêrtê xizaniyek gelek mezin heye û gel di bin qeyrana aboriyê de hatiye peçiqandin. Gava em bi gel re dicivin û daxwazên wan guhdar dikin a yekser dixwazin qeyrana aboriyê çareser bibe û ev desthîlatdar biçe.”
 
‘Ciwanan xwe bi rêxistin dikin’
 
Emîne, anî ziman ku reng û dengê ciwanan li Sêrtê jî bilind dibe û wiha pêde çû: “Yê ku herî darbeyên giran dixwin ciwan in. Ciwan êdî pêşeroja xwe nabînin û zehmetiyan dijîn. Pêşeroja ciwanan hatiye tunekirin. Lewra ciwan di vî hilbijartinê de rolekê diyarker digirin. Ew sekn herî zêde di Newrozê de hat xuyakirin. Ciwan her diçe xwe bi rêxistin dikin. Baweriya me jî bi ciwanan heye û dê em bi pêşengtiya jin û ciwanan bi ser kevin.”
 
Emîne, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xebatên hilbijartinê ya Sêrtê bi hêz û coş derbas dibe. Bawerî ji Sêrtê heye. Em hêvî dikin ku Partiya Çep a Kesk ji jin, ciwan û hemû baweriyan re bibe bersîv.  Ev gel bi salan e ji bo mafê xwe bidest bixin têdikoşin. Bangawaziya min ew e ku hemû gelê Sêrtê yên ereb, kurd û tirk destê xwe bidin destê hevdû."