ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 16 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Sêrtê Emîne Aşkara diyar kir ku xebatên hilbijartinê yê li Sêrtê bi coşekê mezin berdewam dike û got: "Di Newrozê de ciwanan rengê xwe diyar kir, di hilbijartinê de jî rolek wan a diyarker heye. Em ê bi pêşengiya jin û ciwanan bi ser kevin." BI DÎMEN 
 
*Di 21 sal desthilatdariya AKP’ê de yek ji mirinên bi guman ên serê wê hat girtin ya Yeldana Kaharman bû. Yeldana ku bi parlamenterê AKP’ê Tolga Agar re roportaj kir û rojek şûnde bi guman jiyana xwe ji dest da, encama otopsiya wê du sal şûnde derket holê û dosya dîsa jî nehat vekirin.
 
*Lİ Wanê welatî eleqeyek mezin nîşanî bernameyên Partiya Çep a Kesk didin û diyar kirin ku wê hemû parlamenterên jin bişînin meclîsê û ji bo xebatan banga seferberiyê kirin. DÎMEN HEYE